Ji bo şer hincetan çêdike

Çarşem 12 Çile 2022 - 22:12

  • Nûrî Mehmûd: Ev îdîayên dewleta Tirk bi temamî derew in. Li dijî van sûcan mafên gelê herêmê heye ku xwe biparêzin. Qebûlkirina nihêrînên wiha yên bêwijdaniyeke mezin yan jî bêaqiliyeke mezin e. 

Endama Desteya Hevserokatiya PYD´ê Foza Yûsif got, dewleta Tirk îdîayên derew ên hêzên QSD û YPG´ê êrişî wê dikin diweşîne da ku ser sûcên xwe yên li deverên dagirkirî bigire. Berdevkê YPG´ê Nûrî Mehmûd jî got, dewleta Tirk êrişî hêzeke eskerî nake, êrişê dibe ser xelkê. Wî da zanîn ku armanca dewleta Tirk ew e ku bi derewên xwe hincetan ji bo êrişên dagirkeriyê û şer çêke. 

Dewleta Tirk a dagirker gelek caran îdîyan belav dike, û dibêje, YPG û QSD êrişî sînorên wê dikin. Li ser mijarê, endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif got, ev îdîa plankirî ne: "Dewleta Tirk a dagirker beşin ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine, rojane sûcan li dijî xelkê li herêmên dagirkirî dike, rojane sivîlan qetil dike, direvîne, destdirêjiyê li wan dike. Her wiha demografiya herêmê diguhere, çand û erdîngariyê jî diguhere."

Sûcan vedişêrin gundan vala dikin

Foza Yûsif da zanîn ku armanca sereke ya dewleta Tirk ji belavkirina van îdîyan ew e ku sûcên li dijî xelkê herêmên dagirkirî û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, binixumîne: "Ji bo ku van sûcan binixumîne, siyaseta ragihandim û şerê taybet dimeşîne û îdîa dike ku ew di bin zextên êrişan de ye û xwe diparêze. Lê ya rastî, dewleta Tirk êrişên qirkirinê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û tevahiya qanûn û peymanên navneteweyî binpê dike."

Foza Yûsif da zanîn ku bûyerên li ser xeta sînor, lîstikeke îstîxbarata Tirk, artêşa Tirk û çeteyên wê ye, û got, armanca vê lîstikê ew e ku şêniyên li gundên sînorî bitirsînin û gundan vala bikin.

Foza Yûsif bal bire ser bêdengiya navneteweyî û dewletên herêmî ya li hemberî sûc û êrişên dewleta Tirk û got, ev bêdengî encama lihevkirinan e ku rê li ber Tirkiyê vedike da ku van sûcan bidomîne.

Di dawiyê de Foza Yûsif got, “Beramberî her êrişa li dijî gelê me, em ê weke gelên vê herêmê û hêzên wê yên leşkerî bêdeng namînin. Mafê vî gelî heye ku xwe biparêze."

Bi derewan hincetan çêdikin

Berdevkê Yêkîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd jî pêr beşdarî bernameya taybet a ANHA`yê ya li ser mijara êrişên dewleta Tirk a dagiker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Nûrî Mehmûd got, “Dewleta Tirk bi êrişan dixwaze hincetên şer peyda bike. Dibêje ku ewlekariya welat di xeterê de ye. Hevbendiya AKP-MHP a faşîst dixwaze xwe li ser herêmê û cîhanê giştî ferz bike. Di stratejiya xwe ya DAIŞ û Îxwan El-Muslimîn de bibin bi bin ketin, niha jî tenê bi bikaranîna çekan dixwazin bi ser bikevin. Êdî nikarin siyasetê bimeşînin. Divê şer bikin û rewşa awarte ya şer li ser cîhanê bidin ferzkirin.”

Êrişî hêzeke leşkerî nakin

Nûrî Mehmûd got, êrişên dewleta Tirk ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne li hemberî hêzên leşkerî ne: "Li hember hêzên leşkerî nikare tiştekî bike. Civakê hedef digire. Qanûnan bin pê dike, li zarok, jin, ciwan, mal û gundan dide. Divê civak vê xetera dewleta Tirk bibîne.

Desthilatdariya dewleta Tirk xwedî kîn û nefretên mezin e ku di dema leşkerî de encam negire, li ber çavên cîhanê dikare zarokan parçe parçe bike. Tevgera dewleta Tirk bandorê li NATO´yê jî dike. NATO xwe wekî arteşa herî modern dibîne, lê êrişên dewleta Tirk navê NATO`yê jî li erdê daye.”  

Derewan dikin

Derbarê nûçe û hewldanên dewleta Tirk ên ku hêzên YPG´ê êrişkar nîşan didin jî Nûrî Mehmûd got, “Ev îdîa bi temamî derew in. Ya din jî li dijî wan sûcan mafên gelê herêmê heye ku xwe biparêzin. Qebûlkirina nihêrînên wiha yên bêwijdaniyeke mezin yan jî bêaqiliyeke mezin e. Ev heqîqet ne tenê ji aliyê me ve te gotin ku ewqas kesayet, rêxistin, rojnamevan û dewlet li herêmê hene û dişopînîn. Divê dewleta Tirk ji axa Sûriyê derkeve û bes êrişî zarok, jin û civakê bike. Jixwe, di vê dema dawî de êrişên wan yên leşkerî hemû bi bin ketine. Nikare di aliyê leşkerî de encameke rast bigre.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.