
- Em dixwazin vê lîstikê li seranserê Ewrûpayê bilîzin. Li Şengalê çi qewimî, niha çi dibe û dê siberojê çi bibe, em dixwazin behsa vê yekê bikin. Heger em îro li Şengalê xwedî dernekevin çend nifş şûnde, em ê nikaribin behsa civaka Êzîdî bikin.
ERDOGAN ZAMUR / BASEL
Koma Şanoyê ya Volksbühne Basel, bi listika “Şengal-Hêza Jinê” behsa fermana li dijî Şengalê ya bi destê DAIŞ’ê dike. Koma şanoyê hewl daya rewşa piştî rizgarkirinê ya Şengalê bi riya serpêhatiya malbatekê vebêje. Derhêneriya şanoyê, Anina Jendreyko dike û muzîkên lîstikê jî Suleyman Çarnewa, Sosin Seven û Metin Yılmaz çêkirine. Lîstika ku beriya niha di 30’ê Nîsana 2022’yan de li Swîsre, bajarê Zurîchê li “Fabriktheater” derketibû ser dikê niha jî haziriyê dike ku li Elmanya derkeve pêşberî şanohezan. Li Theater Monchengladbachê preomiyera vê şanoyê Nîsana 2019´an bû.
Di lîstika “Şengal-Hêza Jinê” de muzîk û dîmenên Şengalê bi hev re hatine bikaranîn û vê yekê tesîreke baş li lîstikê kiriye. Her wiha dekor û serpêhatiya tê gotin pirr li hev hatine û lîstikeke baş derketiye holê. Piştî nîşandana li Zurîchê ya li “Fabriktheater”ê em bi derhênera şanoyê Anina Jendreyko re axivîn û wê jî behsa çûyîna xwe ya Şengalê kir. Jixwe, piştî rêwîtiya wê ya Şengalê ev fikra şanoyê pê re çêdibe û dema li wir dimîne bi gelek kesan re hevpeyvînan dike. Lîstika şanoyê jî ji ber van hevpeyvînên xwe hazir kiriye.
Anina Jendreyko dixwaze bi vê lîstikê qetlîama Şengalê û serpêhatiyên piştî rizgarkirinê bi zimanekî hunerî vebêje: “Dema qirkirina Şengalê, ji Rojava ber bi Şengalê ve korîdorek tê vekirin. Ev korîdor pirr girîng e, ji lewma gelek kes bi vî awayî xelas bûne. Helbet ji bo ev korîdor û rê vebe û Êzîdî karibin xwe xelas bikin, PKK´ê berdêleke mezin da. Lê xelkê li Ewrûpayê dimîne bi vê rastiyê nizanin. Em bi vê lîstikê behsa girîngiya vê korîdorê dikin û nîşan didin ka PKK´ê çawa alîkarî Êzîdiyan kiriye. Ji lewma hîna jî antîpropagandayek tê kirin û PKK bi awayekî ne baş nîşan didin. Divê em rastiya vê tevgerê ji xelkên dinyayê re bibêjin. Ev tevger nêzî 40 salan e heye û em dikarin gelek tiştan jê fêr bibin.”
‘Ji lîstikê re piştgirî divê’
Anina Jendreyko bi bîr xist ku wan lîstikeke alternatîf a ku behsa mijareke civakî ya girîng dike, nîşan daye, lê dîsa jî bi dilê xwe ev lîstik li her derî negerandine, lewma rewşa wan a aborî ne guncaw bûye. Jendreyko da zanîn ku wan ji bo vê lîstikê gelek zehmetiyên aborî kişandine û wiha behsa rewşa şanoyên alternatîf kir: “Li gel ku em behsa meseleyeke civakî ya girîng dikin jî lîstik li kêm ciyan derket ser dikê. Tişta herî zêde zora me dibe jî aborî ye. Em nikarin zêde danasîna lîstikê bikin. Em bi hêza xwe hin tiştan dibin serî, lê em mecbûr in debara xwe jî bikin.
Li cihekî weke Ewrûpayê pere zêde ye, lê mixabin piştgiriyê nadin xebatên çandî û meseleyên girîng ên civakî. Me dixwest em bi vê lîstikê turneyekê çêkin û bigerin, lê em nikarin li her derî dikên şanoyê peyda bikin û lîstika xwe bilîzin. Li cihekî weke Elmanyayê tenê me li du cihan ev lîstik nîşan da. Heger kesên alîgir dernekevin, em ê nikaribin vê lîstikê bilîzin û behsa qetlima Şengalê bikin.”
Bandora Ocalan ya li ser Êzîdiyan
Anina Jendreyko piştî ku Şengal ji DAIŞ’ê tê rizgarkirin, çar caran diçe serdana Şengalê. Wê li wir gelek çavdêrî kirine û dibêje, bandora Rêber Abdullah Ocalan li ser Êzîdiyan gelek e û wiha behsa van çavdêriyên xwe dike, “Divê mirov girêdana xelkê Êzîdî ya ji bo Abdullah Ocalan bibîne. Êzîdî gelek qedir didin paradîgma û gotinên wî. Her wiha fikr û ramanên wî civaka Êzîdî gelekî bi pêş ve biriye û hin hêlên wan guherandine.”
‘Berpirsyariyeke civakî û insanî ye’
Jendreyko herî dawî got, heger danasîna lîstikê çêbe, ev yek wê ne tenê ji bo wan her wiha ji bo civaka Êzîdî jî gelekî baş be: “Em dixwazin xelk bibe şahidê serpêhatiya Êzîdiyan. Kî di vî warî de alîkariyê bide me, em ê nebêjin na. Em dixwazin vê lîstikê li seranserê Ewrûpayê bilîzin.
Li Şengalê çi qewimî, niha çi dibe û dê siberojê çi bibe, em dixwazin behsa vê yekê bikin. Heger em îro li Şengalê xwedî dernekevin, çend nifşên din, em ê nikaribin behsa civaka Êzîdî bikin. Ji bo civaka Êzîdî qir nebe berpirsyariya me hemûyan e ku em di vî warî de bixebitin. Ev berpirsyariyeke civakî û insanî ye. Em nikarin bibêjin, ev tenê pirsgirêka wan e û xwe ji vê meseleyê xelas bikin. Li wir ji bo mirovahiyê berxwedanak heye.”
Lîstika “Şengal-Hêza Jinê” sêşema bihurî li bajarê Elmanya Reutlingenê li “Kulturzentrum Franz. K” hat nîşandan û îro (13’ê Gulanê) jî li bajarê Elmanyayê Bochumê li “Kunstmuseum Bochum” tê nîşandan.
Ji bo têkiliyan mirov dikare peyaman ji Volksbuehne Basel bişîne:
info@volksbuehne-basel.ch
http://www.volksbuehne-basel.ch/de/produktionen/shengal-die-kraft-der-frauen/















