Ji bo rojnamevanên girtî daxuyanî
Duşem 4 Kanûn 2023 - 16:15
Rûniştinên dozên Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû û edîtorên MA’yê Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz destpê dikin. Duyemîn rûniştina doza rojnamevan Abdurrahman Gok wê di 5’ê kanûnê de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. Rûniştina ewil a Muftuoglû wê di 7’ê kanûnê de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. Rûniştina ewil a doza rojnamevan Yilmaz jî wê di 14’ê kanûnê de li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin.
DFG, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û DÎSK Basin Îş têkildarî dozên rojnamevanan li Amed, Enqere û Stenbolê daxuyaniyên hevpar dan.
Rojnamevanên xelat girtin girtî ne
Di daxuyaniya li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê de bê navber dirûşmeyên "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" hat berz kirin û bal hat kişandin ser rojnamevanên ku hêjayî xelatê hatin dîtin ku di girtîgehê de ne û sansura li ser çapemeniyê. Piştî daxuyaniyê rojnamevan û nivîskar Huseyîn Aykol axivî û diyar kir ku di sala dawî de girtina rojnamevanan zêde bûye û got:“ Hema bêje 30-35 hevalên me ev salek e di girtîgehê de ne. Pir girîng e ku hevalên me ji azadiya xwe bêpar nemînin. Hevalên me bi mehan di girtîgehê de dimînin, lê di rûniştina ewil de tên berdan, çima? Ji ber ku ew rojnamevan in û li dadgehê jî diyar e ku rojnamevaniyê dikin. Em daxwaz û hêvî dikin ku di rûniştina yekem de hevalên me bên berdan."
Dîroka çapemeniyê ya zilmê ye
Piştre Serokê Bajêr yê Partiya Karkerên Tirkiyê TÎP’ê Firat Çoban axivî û got, "Dîroka çapemeniya vî welatî di heman demê de dîroka komkujî û zilmê ye. Mixabin, li welat tiştek zêde nayê guhertin. Tenê li şert û mercên xebatê yên hevalên me yên rojnameger mêze bikin bes e ku mirov têkiliya vê rejîma qesrê ya bi xelkê r fêm bike. Ev rejîma despotîzmê, ev rejîma mêtingeriyê wê wisa berdewam neke."
NAVENDA NÛÇEYAN