Ji bo Rojava piştgiriya navneteweyî divê
Şemî 21 Kanûn 2024 - 02:45
Jinên Îtalî ku di nav wan de siyasetmedar û ekofemînîst jî hene, peyamek ji bo jinên li Bakur û Rojhilatê şandin. Jinan got: “ Ji bo Rojava piştgiriya navneteweyî divê”
Siyasetmedar û ekofemînîstên Îtalî jî bi peyamên xwe piştgirî dan berxwedana jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hember çeteyên girêdayî dewleta Tirk in. Jinan destnîşan kir ku Erdogan ji bo sînoran pirsgirêk e û destnîşan kirin ku rewşa herêmê bi taybetî ji bo jinan dijwar e.
Rosa D'Amato, siyasetmedara Îtalî ya di sala 2014’an de endama Parlamentoya Ewropê bû, di peyama xwe de destnîşan kir ku hêviyek biçûk û mezin heye û wiha got: “Ev der bi qasî sêyeka Sûriyê ye. Ji sala 2011’an û vir ve bi serhildanên li dijî Esad re, li Bakurê Rojhilatê herêmên ku di bin kontrola dîktator de bûn, gelê Kurd projeyek demokratîk, konfederalîzma demokratîk derxist holê. Di vê projeyê de hemû etnîk û çandên din, Ereb, Asûrî, Êzidî, Tirkmen, Ermenî hebûn. Ji bo xwerêvebirinê û otonomiya wê herêmê bibin yek.
Erdogan pirsgirêkek e
Laura Cima ya ji tevgera Ekofemînîst a Îtalî ye jî, di destpêka peyama xwe de got "Jin jiyan azadî" û peyama xwe wiha domand: “Hevalên hêja yên Rojava, em hêvîdar in ku têkoşîna we ya azadiyê li tevahiya Sûriyê azad bibe. Em hêvîdar in ku rûxandina malbata Esed piştî nîv sedsaliya dîktatoriyê, bibe alîkarê vê pêvajoya we ya demokratîk. Em dizanin ku Erdogan hîn jî li ser sînoran pirsgirêkek e û rewşa herêmê (Bakurê Rojhilatê Suriyê) bi taybetî ji bo jinan zehmet e.”
Em ê bişopînin
Laura da zanîn ku ew rewşa berxwedanê ji nêz ve dişopînin û wiha got: “Ji bo vê jî em ê her roj nûçeyên ku ji wir tên bişopînin û parastina nirxên vê têkoşînê û belavkirina wan bidomînin.”
NÛJINHA/ÎTALYA