- Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb, ji bo pîrozkirina ‘hebûna xwe' weke dewlet, gelek rê û rêbazan diceribîne. Yek ji van jî çêkirina berhemên hunerên dijîtal e.
Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb, ji bo pîrozkirina ‘hebûna xwe' weke dewlet, gelek rê û rêbazan diceribîne. Yek ji van jî çêkirina berhemên hunerên dijîtal e.
Berhemeke dijîtal a ku hunerê wê yê ‘ber bi siberojê ve' pîroz dike yê Keywan Şeban ê 22 salî ye. Keywan Şeban, navê berhema xwe ya dijîtal jî kiriye ‘The Highest' (yê herî bilind). Ew xebero bi vê berhemê teknolojî, pirrengîbûna çandî û dînî ya welêt nîşan dide. Tê de mirovek heye, di nava darên xurmeyan de ber bi siya bajarê mezin û modern ê Dûbaiyê ve dimeşe. Xebero modernbûn û siberojê bi berhemê nîşan dide. Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb di warê bikaranîna huner ji bo reklamê de, li dinyayê di rêza herî jor de ye.
DUBAÎ