Ji bo PKK'ê li Zanîngeha Raperînê îmze hatin komkirin

Sêşem 7 Hezîran 2022 - 03:32

Di çarçoveya kampanya derxistina navê PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' de, li Zanîngeha Raperînê gelek îmze hatin komkirin.

Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê li pêşiya Zanîngeha Raperînê ya li navçeya Ranya ya îdareya Raperînê standa berhevkirina îmzeyan danîn.

Di çarçoveya kampanyayê de ji bo navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin, îmze hatin komkirin. Xwendekarên zanîngehê bi kelecanek mezin îmze avêtin û xwestin ku PKK ji 'lîsteya qedexekirî' were derxistin.

Hedef 4 milyon îmze

Hêjayî gotinê ye di 13’yê Kanûna 2021’an de Însiyatîfa Navnetewî ya Ji bo Kurdan Edalet, ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ li seranserê welatên Ewropayê kampanyaya îmzeyan ku 4 milyon îmze hedef dike, ragihandibû. Kampanya bi pêşengiya 1000 rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, zanyar, hunermend, aktîvîstên sosyalîst hatibû destpêkirin.

Heman kampanye roja 29’ê Çile bi tevlibûna gelek rewşenbîr, kesayet, pêşmergeyên dêrin û siyasetmedaran li seranserî Başûrê Kurdistanê jî hatibû destpêkirin û didome.

SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.