Ji bo PKK'ê îmze kom kirin
Çarşem 12 Çile 2022 - 22:18
- Li bajarê Fransayê Bordeauxê, ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê derxistin, îmze hatin komkirin.
Li bajarê Fransayê Bordeauxê, ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê derxistin, îmze hatin komkirin.
Li pêşiya Şaredariya Bordeauxê konek hate vedan û ji bo ku PKK ji lîsteya “rêxistinên terorîst” a Yekîtiya Ewrûpayê (YE) bê derxistin, îmze hatin behevkirin.
Ji niha û pê ve, her roja çarşemê li dijî 'lîsteya terorê' wê bi çalakiyan îmze bêne berhevkirin.
Li Fransayê par ji bo PKK ji lîsteyê bê derxistin, kampanyayek hatibû destpêkirin. Li ser banga gelek hilbijartî, sendîkavan, aktîvîst, hunermend, rojnamevan û akademîsyenan ev bang li rojnameyên cihî hatibû weşandin. Mijdarê jî di rojnameya La Marseillaiseyê de ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteyê, bang li Serokê DYE'yê Joe Biden hatibû kirin.
Kanûna bihurî Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî, ji 30 welatan kesayetên naskirî ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorçst” bê derxistin bang kir da ku xelk tevlî kampanyayê bibin.
1003 kesan jî 13'ê Kanûna 2021'ê mohra xwe danîbû binê metna kampanyayê.
BORDEAUX