Ji bo pêkanîna peymanê êriş kirin

Aysel AVESTA nivîsand —

Yekşem 22 Tebax 2021 - 23:43

AYSEL AVESTA

Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê piştî ku pîlanên wan ên 3’yê Tebaxa 2014´an neçûn serî, vê carê dest bi pîlaneke nû kirin. Ev pîlan 9'ê Cotmeha 2020´an  li dijî vîna Êzîdxanê bi rêya hikûmetên Bexda û Hewlerê hat çêkirin. Armanca vê peymanê,  temankirina  pîlana beriya komkujiya 3’yê Tebax‎a 2014´an bû.

Sala 2014´an dîsa dewleta Tirk bi pîlaneke qirêj ji PDK'ê xwestibû ku di berdêla Kerkûkê de Şengalê radestî çeteyên DAIŞ'ê bike.

Nexasim jî wisa bû. Pêşmergeyên Barzanî bêyî ku gulekê biteqînîn 3’yê Tebaxê li pêş çavê cîhanê, Şengal di nav lepê çeteyên hov de hiştin û reviyan. Lê Şervanên azadiya Kurdistanê bi pêşengiya Egîd Civiyan, Dilşêr û Nûjînan destûr neda ku ev pîlana qirêj here serî. Gerîlayên azadiyê bi berdêlên giran hesabên wan serûbinî hev kirin û civaka Êzîdî ji qirkirinê rizgar kirin.

Piştî Fermana 73´an civaka Êzîdî li dijî êriş û peymanên wan hemûyan, xwe birêxistinkirin û pergala xwe avakirin. Di nava 7 salan de civaka Êzîdî bêyî ku hewceyî kesî bin, hêza xwe ya parastinê, partî û meclîsên xwe ava kirin. Ya herî girîng jî jinên ku herî zêde di vê pêvajoyê de êş kişandin, partiya xwe TAJÊ ava kirin. Hêzên me li jor behsa wan kir, ne li bendê bûn ku ev civak di demeke wiha kin de  birînên xwe bi xwe bipêçe, bikewîne.

Ji bo ev pergal têk biçe, dewleta Tirk a dagirker hema bêje her roj, gef li Şengalê xwarin û her ku keysa xwe lê anî, êriş kir. Cara yekê, piştî fermanê di 25'ê Nîsana 2017'an de dewleta Tirk li pêş çavên cîhanê bi balafirên şer êriş bire ser Şengal, Mexmûr û Qereçoxê. Di encama van êrişên hemwext de li Şengalê 3 pêşmergeyên PDK'ê jiyana xwe ji dest da. Mîna dema fermana 3’yê Tebaxa 2014'an, PDK û dewleta Iraqê, pê re jî raya giştî ya cîhanê li hemberî van êrişan bêdeng man.

Piştî wê bi salekê, ango di salvegera komkujiya Gundê Koço de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker  Geliyê Şilo bombe kir. Ev êriş li dijî Mamê Êzîdxanê Mam Zekî Şengalî hat kirin û di encamê de Mam Zekî jiyana xwe ji dest da. Ya balkêş ew e ku ev êrişên li dijî pêşengên civakê di meha Tebaxê de tên kirin. Dijminê koka Êzîdxanê bi van êrişan dixwazin vê  mehê ji bo civaka Êzîdî û gelê Kurd bikin meha şîn û girî. Piştî Salvegera gundê Koço, Mam Zekî û piştî komkujiyên Til Izêr, Sîba Şêx Xidir û Gir Zerik jî, Seîd Hesen kirin hedef.

Seîd Hesen yek ji wan kesan e ku bi salan li ber van êrişan rabû û rojekê jî bi paş ve gav neavêtiye û bi şev û roj ji bo gel xebitiye, têkoşiyaye. Ji ber vê bû hedefa êrişan. Seîd Hesen tevlî malbata xwe, sala 2014'an di dema fermana 73´an de, li gel 12 gerîlayên HPG'ê ku berê xwe dane Şengalê, mil bi mil têkoşiya. Keça Seid Hesen, Bêrîvan Şengal bû yek ji cangoriya destpêkê ku li dijî dagirkeran tevlî cenga azadiyê bû.

Pêşengê gelê xwe Seîd ‎Hesen piştî fermanê ji bo xweseriya Êzîdxanê li gel xebatên xwe yên siyasî û leşkerî bû zimanê dîplomasiyê yê civaka xwe. Herî dawî ji bo biçe hevdîtîna bi Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazîmî re, di rê de bû. Hingê ew bû armanca êrişa bi balafirên şer ên artêşa Tirk. Bi vê êrişa ku Hikûmeta Bexda û Hewlerê jî şirîkê wê ne, xwestin vê civakê bê pêşeng bihêlin da ku peymana xwe ya qirêj bixin meryetê.

Ji bo çavê civakê bitirsînin dotira roje, vê carê êrişî Nexweşxaneya Sikêniyê kirin. Dewleta Tirk û hevkarên wê li pêş çavê cîhanê sûcê kirin li dijî mirovahiyê û 8 mirovên bê sûc qetil kirin. Ev cîhana ku li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê bêdeng ma, îro dîsa çawê xwe li van êrişan digire.

Lê ya ku ew ji bîr dikin ew e ku êdî ne Şengal Şengala berê ye, ne jî civaka Êzîdî ya berê ye. Civaka Êzîdî êdî dost û dijminê xwe baş nas dike. Ew êdî xwedî hêza YJŞ-YBŞ'ê ye. Ew xwedî Meclîs û Partî ye. Ew xwedî TAJÊ ne. Êdî ew xwedî dayikên weke şeran e.

Bi dayikan tenê ma be jî êdî ne pêkan e bêyî vîna wan ti hêz li Şengalê serwer be. Dayikan tevlî şervanên xwe sond xwariye ku êdî ew ê serî li ber êrişan netewînin û rê nedin ti fermanên din. Lê bêguman ew berxwedan û biryardarî tenê nikare pêşiyê li van pîlanên qirêj bigere. Li hemberî êrişên pirralî lazim e berxwedan jî pirralî û berfereh be. Ji her demê zêdetir pêwistî bi berxwedan û helwêsteke neteweyî heye. Ji ber ku êriş li hemberî destketiyên neteweyî ne. Ne tesadûf e ku du rojan li ser hev êrişî Şengalê kirin di nava heman hefteyê de ango 19'ê Tebaxê li dijî Buroya Têkiliyan a Meclîsa leşkerî ya Til Temirê êriş pêk hat. Di encama vê êrişê de jî endama konseya Leşkerî ya YPJ´ê û endama konseya Leşkerî ya QSD'ê Sosin Bîrhat tevî sê havalên xwe şehîd bû. Armanc ji van êrişan tesfiyekirina vîna azad û pergala rêveberiya xweser e. Ji lewma ya divê li hemberî van êrişên bi armanca qirkirine bê kirin, berxwedaneke topyekûn e. Divê Kurd bi pêşengiya jinan tevlî dostên xwe li her deverê berxwedanê geş bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.