Zext û qedexeya li ser zimanê Kurdî bandora xwe li hemû qadên xebata bi Kurdî dikin. Ji van qadan ya herî girîng jî qada şanoyê ye. Şanogerên Kurd li vê qadê bi gelek zehmetî, zext û zoriyan re rû bi rû dimînin. Ji van şanogeran yek jê jî lîstikvana Şanoya Bajar a Amedê û xwendekara Zanîngeha Dicleyê Bedriye Akici ye. Lîstikvan Bedriye derbarê kar û xebatên şanoya Kurdî nirxandin kir. Bedriyeyê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku wê destpêkê di listikên şanoyê yên bi tîrkî de cih girtiye û berî bi 2 salan wê dest bi şanoya Kurdî kiriye û got:“Ji ber ku kurdayetî rastiya diya min, bavê min û zarokatiya min bû. Kurdî zimanê mine û divê em zêdetir zimanê xwe biaxivin. Ji ber ku dixwazim yên piştî me bila bi zimanê xwe di lîstikan de cih bigirin û şanoya Kurdî nas bikin. Ji ber vê yekê şanoya Kurdî ji bo min gelek girîng e.”
Rola jinê girîng e
Bedriyeyê di dewama axaftina xwe de îşaret bi rola jinê ya di şanoyê de kir û da nîşandan ku dema jin derdikeve ser dikê roleke girîng dibîne û got:“Em li paşeroja şanoyê dinêrin, dibînin ku jin navê wan di berheman de derbas dibe lê nadin lîstin. Rola jinê bi jinan nadin lîstin, bi mêran didin lîstin. Heta serdema navîn jî bi vî regî bûye û tenê di berhemên şanoyê de navê hatiye nivîsandin. Piştî wê demê jin derdikevin serd dikê û roleke girîng dikeve ser milên wan. Mirov piştî vê hîn dibin ku jin jî dikarin di lîstikên şanoyê de rola xwe bilîzin. Ji bo min cihê jinê girîng e.”
Hunermend tên binçavkirin
Bedriyeyê da xuyakirin ku tişta herî girîng ziman e û beriya ku ew dest bi şanogeriyê bike ji xwe ev pirs kiriye“ Ez diçim malê bi diya xwe re bi kurdî diaxivim, derdikevim ser dikê bi tirkî diaxivim. Çima ez bi tirkî diaxivim? Zimanê min bi Kurdî ye û ez dixwazim her dem bi Kurdî biaxivim û dixwazim Kurdî pêşve biçe.” Bedriyeyê di axaftina xwe de cih da êrîşên li ser çand û hunera kurdî û destnîşan kir ku gava ew derdikevin ser dikê û hûnera xwe bi Kurdî didin pêşandan tirsa binçavkirinê dijîn û got:“Serdest dibêjin zimanê xwe nepeyive û hişbe. Vê jî em paşve birine. Ez hem şanoger im û hem jî li zanîngehê xwendekar im. Ez naxwazim jiyana min a zanîngehê biqede û gava ku derdikevim ser dikê jî dixwazim bi zimanê xwe biaxivim û zimanê min pêşve biçe. Em di navbera du vebijêrkan de dimînin lê di encamê de em dibêjin ya herî girîng zimanê me ye û em zimanê xwe hildibijêrin. Heger ku em zimanê xwe biaxivin ew ê pêşeroja me hîn paqijtir be. Ewqas hevalên me hatin binçavkirin û girtin. Lê belê serê me bilind e.”
JINNEWS/AMED