Ji bo Ocalan li ser piyan bûn

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 23 Çile 2023 - 00:58

Bi hezaran kes li Marsîlyayê li dijî tecrîda Îmraliyê meşiyan

Bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê bi hezaran kes li Qada Canabiereyê hatin ba hev û li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan meşiyan. Li Hagenê jî tecrîd bi çalakiyekê hat protestokirin. Li Barcelonayê jî bi heman armancê konsereke piştgiriyê 28´ê Çile tê lidarxistin. 

Li ser banga Navenda Civaka eKurd a Demokratîk (NCKD), Meclîsa Arîn Mîrkan û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) gel daket qadan. Pankartên diyar dikin ku Komîteya Pêşgirtina Li Êşkenceyê (CPT), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û Neteweyên Yekbûyî (NY) ji rewşek xirab a biqewime berpirsiyar in, li herî pêş hatin hildan û dovîzên bi Fransî li ser hatibûn nivîsîn, “Ocalan ev 23 meh in di bin tecrîdê de ye”, “Rêberê Gelê Kurd Ocalan, ev 24 sal in bi fîzîkî girtiye” û “CPT û DMME divê demildest tişta dikeve ser milê wan, pêk bînin” hildan.

 

Em ê çalakiyên xwe xurttir bikin

Meş ji Canebîereyê heta Nûneriya Marsîlya ya Parlamentoya Ewropayê pêk hat. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Liberte Pour Ocalan” hatin berzkirin. Piştî meşê di mîtînga hatî kirin de, axaftin hatin kirin. Destpêkê di axaftina li ser navê TCŞ’ê hat kirin de, hat destnîşankirin ku CPT û saziyên din ên Ewropayê divê agahiyên şaş nedin gelê Kurd û hat gotin: “Em weke ciwanên Ewropayê hişyar dikin, eger CPT rastiyan eşkere neke em ê çalakiyên xwe di astên cuda de li dar bixin. Divê her kes vê bizane.”

Piştre li navê NCKD’ê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, ew ê her tişta ku pêwîst bike pêk bînin û bang li hêzên ku di nava Komploya Navneteweyî de cih girtine hat kirin ku polîtîkayên xwe yên dijberiya Kurdan berdin. Her wiha bang li tevahiya hêzên demokrasiyê jî hat kirin ku têkoşîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan, bi hêztir bikin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan, bi dawî bû.

 

Tecrîd li Hagenê hat protestokirin

Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, bi mîtîngekê li bajarê Hagenê yê Elmanyayê hat protestokirin.

Li mîtîngê, danezana têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan amadekirî, hat xwendin û belavkirin. Li ser navê enternasyonalîstên Elman axaftinek hat kirin.

Bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û ‘’Azadî ji bo Ocalan, Azadî ji bo Kurdistanê” hatin berzkirin.

 

Li Barcelona konserek tê lidar xistin

Di 28’ê Çileyê de li Barceloneyê ya paytexta Katalonyayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî wê konserek were lidarxistin.

Siyasetmedarê Kurd Faruk Doru destnîşan kir ku konser bi piştevaniya dostên Kurdan, Platforma Azadî, Cîemen, komên piştevaniyê yên din, rêxistina civaka sivîl û partiyên siyasî ve tê lidarxistin û anî ziman ku di konserê de wê peyamên piştevaniyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan bên dayîn.

 

Bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ tê pêkanîn

Siyasetmedar Faruk Dorû diyar kir ku konser wê bi dirûşmeya “Dona, Vida, Libertat! (Jin jiyan azadi!)” bi piştevaniya partiyên çep, sosyalîst û serbixwe ên parlemento û hikûmeta Katalonyayê li dar bixin û anî ziman ku hemû amadekariyên konserê temam bûne.

Ji Hunerkomê wê Diyar Dêrsim tevlî konsera piştevaniyê bibe. Her wiha hunermend Clara Peya, Ebri Knight, Las Bajas Pasiones, Lil Rusia, Adala û Mabel Flores wê derkevin ser dikê.

Konser wê 28’ê Çileyê saet di 19:00’an de li La Farga , Hospitalet de Llobregat were lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.