Ji bo Nûdem Durakê ‘Dargerînok’

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Adar 2021 - 01:04

  • Suna Alan, ji bo stranbêja Kurd Nudem Durak û girtiyên siyasî strana Dargerînok çêkir

Hunermenda li Londonê Suna Alan, ji bo stranbêja Kurd Nudem Durak û girtiyên siyasî strana Dargerînok çêkir. Nûdem Durak ji ber ku bi Kurdî stran gotin, 19 sala cezayê hepsê lê hat birrîn. Hem gotin û hem awaz ên Suna Alan in. Stran wê tevî klîba xwe ji îro û pê ve li ser tevahiya paltformên dîjîtal be. Dargerînok jî navekî lavlavkê ye.  

Hunermenda Kurd Nûdem Durak saal 2015’an ji ber stranên xwe hatibû girtin û 19 sala cezayê hepsê lê hatibû birrîn. Nûdem Durak di hepsa Bayburtê de ragirtiye. Halê hazir ji bo wê kampanyayeke navneteweyî bi rê ve diçe ku navenda wê Fransa ye. Ji gelek welatan mirovan pişta kampanyayê girt. Wekî din kesên wekî Angela Davis, Noam Chomsky, Ken Loach, David Graeber (par wefat kir), Peter Gabriel, Roger Waters jî pişta kampanyayê girtin. 

Suna Alan zilma dewleta Tirk a ji ber Kurdî ya ji ber ê ve bi bîr dixe û dibêje, “Ewên ku şaş û metel dimînin û dibêjin, ma ji ber gotina stranên Kurdî li mirovekî 19 sala ceza tê birrîn, di guhê gê de ne, haya wan ji dîroka wan nîne.”

Suna Alan bi hunerê xwe dibêje, ew empatiyê dike, û empatî jî ji bo wê berpirsiyariyeke wicdanî ye. 

Çima Dargerînok?
Suna Alan navê Dargerînok li berhema xwe kiriye û sedema wê jî wiha rave dike: “Dargerînok [lavlavk]bêar û rikdar e. Hûn çiqasî dixwazin ewqasî ber li wan bigirin, betonê bavêjin ser wan, lê ew ê ileh rêyekê bibîbin, û berê xwe bêyî ku rehmê li kelem û bendan bînin, didin ezmanan.”
Kesên dixwazin dikarin di ser lînka li jêr xwe bigihînin stranê:
https://www.youtube.com/sunaalan12 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.