Ji bo nexweşên zerikê yên pitik dergûşek
Pêncşem 7 Nîsan 2022 - 22:33
- Virtue Oboro grafîker e, lê di heman demê de ew dayika zarokekê ye jî.
Virtue Oboro grafîker e, lê di heman demê de ew dayika zarokekê ye jî. Wê li Nîjeryayê ji bo êşên zarok û dayikan kêm bike, ji bo nexweşiya zerikê, dergûşên ku bi enerjiya rojê dixebitin, sêwirandine. Virtue Oboro piştî bûyerekê biryar daye ku vê dergûşê bisêwirîne.
Dema xwedê lawekî bi navê Tombra didê wê, ew hîn dibe ku lawê wê bi zerikê ketiye. Zarokên ku nû tên dinyayê ji sedî 60’ê wan bi zerikê dikevin. Lawê Virtue Oboro, Tombra jî piştî çêdibe bi 2 rojan bi zerikê dikeve. Ji ber nexweşiya zerikê laşê wî zer dibe, guhê wî nabihîzin û çavên wî jî baş nabînin. Ji ber van pirsgirêkan, wî rdibin nexweşxaneyê.
Ev zerik nexweşiyeke wisa ye ku carna dibe sedema mirinê jî. Gelek caran zarok bi hêsanî derbas dikin vê nexweşiyê, lê hin caran jî giran derbas dibe. Bi ronahiya şîn yanî “fototerapiyê” ew ji nexweşiya zerikê xelas dibin. Lê dema Tombra dibin nexweşxaneyê cîhaza fototerapiyê tine ye û 4 saetan dimîne li benda cîhazê. Heta ku cîhaz amade dibe, malbata wî gelek xemgîn dibe û ditirse.
Li ser vê bûyerê Virtue Oboro trawmayekê derbas dike û ev serpêhatî qet naçe ji bîra wê. Li ser vê bûyerê, ji xwe re dibêje, gelo ez weke grafîkerekê dikarim çi bikim û bi vî awayî dergûşên ku bi teknolojiyeke nû dixebitin, disêwirîne. Ev dergûş bi hêza rojê dixebitin û ji bo zerikê pirr baş in. Bi ayawekî hêsan mirov dikarin rahêjin van dergûşan û zêde jî ne buha ne.
Ev dergûş niha li Nîjerya tên çêkirin û li dinyayê tên belavkirin.
ABUJA