Li Hewlêrê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, ji bo 60 jinan dersa xweparastinê tê dayîn.
Rêvebera Saziya Mirovî ya Hêvîbeşx Soran Ehmed ji Rojnews’ê re axivî û got: “Armanca me ewe ku jin bikarin di dema her destdirêjiyekê de xwe biparêzin. Perwerdekarên Emerîkî û Swîsrî ên pispor parastinê fêrî keç û jinan dikin. Wê 4 rojan berdewam bike û 60 jin tevlî bûne.”
HEWLÊR