Ji bo heqên xwe ketin greva birçîbûnê

Çarşem 31 Tebax 2022 - 22:30

  • Girtiyên bi nexweşên giran ketine yên li Girtîgeha Kiriklarê ya li izmîrê ev 5 roj in di greva birçîbûnê de ne û dixwazin mafên wan ên insanî bên misogerkirin. 

DELAL AKYUZ / MA / IZMÎR

Girtiyên bi nexweşên giran ketine yên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Kiriklar a Izmîrê, li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê, di 28’ê Tebaxê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û ne bi dor kirin. Girtiyên nexweş nivîskar Zekî Bayhan, Ramazan Çelîk û Yucel Kizmaz di grevê de ne. Wan ragihand ku ji bo girtiyên nexweş ji girtiyên din cuda neyên girtin, jora cihên hewadarkirinê bi têlan neyê girtin û aktîvîteyên spor û yên civakî neyên sînordarkirin, wan dest bi çalakiyê kiriye. Girtî li bendê ne ku li dijî binpêkirinên mafan, rayagiştî û rêxistinên sivîl ên civakî bihestiyarî tevbigerin. 

Berdevkê Komîsyona Girtîgehê yê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Izmîrê, parêzer Halîl Coşkûn, bi muwekîlên xwe Zekî Bayhan û Ramazan Çelîk re hevdîtin pêk anî. Parêzer Coşkûn diyar kir ku girtiyan li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û çaresernekirina rêveberiya girtîgehê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye û heta daxwazên wan bi cih neyên anîn, ew ê çalakiya xwe bi dawî nekin. 

 

Fermana zilmê wezareta karên hundir dide

Coşkûn, da zanîn ku girtiyên ku li girtîgehên Egeyê tên ragirtin ji hev tên dûrxistin, tê xwestin têkiliya di navbera wan de bê qut kirin: “Tiştên tên kirin bi fermanên Wezareta Karên Hundir tên kirin. Heta niha girtî hemû li cem hev bûn, di qanûnê de jî girtiyên ji heman sûcî tên girtin, divê di odeyên li rex hev bên ragirtin. Bi van pêkanînan, qanûnên xwe binpê dikin. Mafên girtiyên nexweş ên dermankirinê, ragihandinê, nameşandin û wergirtinê, û sporê bi awayekî keyfî tên astengkirin. Îro li tu dera Tirkiyeyê têkildarî pandemiyê ti bergirî nîne, lê aktîvîteyên civakî yên girtiyan bi vê hincetê tên astengkirin. Giliyên ku dikin jî ji aliyê rêveberiyê ve ji holê tên rakirin. Esas mafê xwe ragihandina edaletê yê girtiyan tê astengkirin. Girtî li dijî van binpêkirinên mafan gelek çalakî kirin lê ji ber nehatin çareserkirin, neçar man bikevin greva birçîbûnê. 

Coşkûn da zanîn ku girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê di bin tecrîdeke giran de tên ragirtin û wiha dewam kir: “Pirsgirêka herî mezin girtiyên nexweş di heman odeyê de tên ragirtin. Her 3 muwekîlên me yên girtiyên nexweş in pû nexweşiya wan giran e, ew di heman odeyê de tên ragirtin. Her sê girtî jî nikarin li xwe binêrin. Ev yek jî dike ku her yek ji wan weke di hucreyeke yek kesî de be.”
 
Daxwazên girtiyan insanî ne

Parêzer Coşkûn girtiyê nexweşiya wî giran Abdûllah Ece yê ku li Girtîgeha Kiriklarê jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anî û got, “Rêveberiya girtîgehê ji mirina Ece ders negirt û şert û mercên tecrîdê girantir kirin. Daxwazên girtiyan gelek maqûl in û qanûnî ne. Heke ev pêkanîn dewam bikin dibe kugirtî bimirin.”

Coşkûn, daxwazên her 3 girtiyên nexweş ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne wiha rêz kirin: “Rakirina têlên li ser odeyan, bi hevalên xwe re di korîdorên nêz de bînin bahev, hevalên ku bikarin li girtiyên nexweş binêrin bînin cem wan û astengiyên li pêş pêkanîna xebatên civakî bên rakirin.”

Coşkûn xwest raya giştî hestiyar be: “Daxwazên girtiyan mirovî ne. Em ji vir bang li rêveberiya girtîgehê dikin ku li gorî hiqûqê tev bigere û raya giştî li dijî bipêkirinên mafan hestiyar be.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.