Ji bo gotina çîrokê kurdbûn bes e

Nûçeyên Çand/Huner

În 13 Cotmeh 2023 - 11:49

  • Derhêner Hêlîn Çelîk bal bire ser têkiliya di navbera jinan û sînemayê de û got: Me têgeha 'jin' di civakê de fetisandiye, heke jin xwe eşkere bikin û baş bînin ziman, li şûna mexdûriyetê dê xwedî hêz bin. Her wiha ji bo vegotina çîrokekê jî kurdbûyîn bes e.

BAZÎD EVREN / MA / AMED

Weke her warî, jin di warê sînemayê de jî kem tên temsîlkirin û hejmara derhênerên jin kêm in. Wekî her warî di warê sînemayê de jî desthilatdariya mêr heye û pergala kapîtalîst her roj bêhtir derfetan ji wan re diafirîne. Derhênara kurd Hêlîn Çelîk, ev bêhtirî 8 salan e ku derhêneriyê dike û heta niha 2 belgefilm “What the Wind Took Away” (Tişta ku bê birî) û “Anqa” (Sîmir) çêkirine. Belgefilmê wê yê bi navê “Anqa” li Amedê, di Mihrîcana FîlmAmed a Belgefilman de hate nîşandan. Çelîk niha li paytexta Awusturyayê Viyanê dijî û karê xwe yê esil, terapîstiya hunerî jî didomîne. Hêlîn Çelîk her wiha niha li ser belgefilmê xwe yê sêyem dixebite.
Çelîk li ser têkiliya jinan û sînemayê û derhêneriya jinan axivî.

Hêlîn Çelîk dibêje, ji ber zextên civakê, têkoşîna wê ya yekem destpêkirina karê vegotina çîrokan bû. Hêlîn Çelîk tîne ziman ku ew bi xwe bawer nebû û wê her tim xwe kêm didît. Çelîk da zanîn piştre hîn bûye ku ji bo vegotina çîrokekê divê ew xwedî materyalan be û got, “Ji ber ku em weke jin di civakeke mêrsalar de mezin dibin, her tim hewl didin xwe bigihînin asta ‘ka mêrek dikare çi bike?’. Ji bo min pirsgirêka herî mezin tinebûna materyalan bû û ka ez ê çawa bibim derhêner bû. Ji ber ku ez jin im, ez jineke Kurd im û malbata min a ku di têkoşîna siyasî de çalak bûye hebû, min dît û fêm kir ku bi rastî gelek materyalên cuda hene. Ji ber vê yekê, min fêm kir ku materyalên min jixwe jin bûn, hebûna jineke Kurd e û jixwe ew jî ji bo vegotina çîrokekê bes e.”

 

Bi perspektîfeke cuda têgeha jinbûnê

Paşê hewce bûye ku Hêlîn Çelîk ji bo zimanê xwe formeka sînemayî peyda bike û bala wê di heşt salên dawî de li ser çarçovekirin û jinûve pejirandina wateya jinbûnê bûye, lewma wê giranî daye ser temsîlkirina jinan û çîrokên jinan. Hêlîn Çelîk diyar kir ku ew zêdetir li ser beşa têgehên “jinê” rawestiyaye û got, “Ji ber ku li gorî fikra min, me têgeha 'jin' di civakê de fetisandiye. Ji ber vê yekê, bi taybetî di van deh salên dawî de, min giranî da ser hizrên guhertina nûnertiya jinan a di civakê de. Bi dîtina min, pirsgirêka herî mezin a ku me her tim dîtiye, ew e ku jin her tim weke mexdûr tên nîşandan. Di destpêkê de min zehmetî kişand ku ji vê çarçoveya heyî xilas bibim û bi perspektîfeke cuda nêzî têgeha jinbûnê bibim.”

 

Li şûna mexdûrbûnê dê hêza xwe bibînin

Hêlîn Çelîk ji bo lêgerîna xwe ya formeke cuda ya ji bo ravekirina mijarên jinê jî dibêje, “Ji ber vê yekê min formên alternatîf ên çîrokbêjiyê peyda kirin da ku wê di hişê xwe de asteng bikim. Lê di heman demê de min meydanek çêkir da ku jina ku ez pê re dixebitim, bi awayekî din bi xwe re rû bi rû bimîne, ango xwe bibîne. Ji ber ku mixabin weke min di serî de jî got, me jinan portreya jinê di nava vê civakê de veşartiye. Ji ber vê yekê min hewl da ku cihekî din biafirînim ku tê de karibim bi lehenga xwe re rû bi rû bibim. Tişta ku min bala xwe dayê ev e ku jin ji bo ku bi xwe re rû bi rû bimîne divê di vegotina xwe de israreke mezin nîşan bide. Jin heke xwe eşkere bikin û îfade bikin, li şûna mexdûriyetê dê xwedî hêz bin.”

 

‘Ez heme’ ji bo min manîfesto ye

Hêlîn Çelîk behsa belgefilmê xwe “Anqa (Sîmir)” kir û da zanîn ku dema wê dest bi çîroka vê belgefilmê kir, tişta herî zêde bala wê çûye ser, ew jina Urdinî bûye ya ku lehenga çîroka wê ye. Hêlîn Çelîk dibêje, ew jin bi sûcên cîhanê yên herî hovane re rû bi rû maye û got; “Divê malbat, di cîhanê de ji bo jinê cihê herî ewle be. Lê jin di malbatê de bi sûcên gelek dijwar re rû bir û dimîne. Heke malbata ku cihê herî ewle ye ji bo jinê, hilweşiyabe, jinek dê çawa xwedî cihekî ewle be? Ew tişt ji min re tiştekî pirr bibandor bû. Ev bêmalî, ne bêmalî ya bi avayekî fizîkî ye, bêmaliya bi avahîyekî bihest û mental e. Ev jin tenê bi sûcên hovane re rûbirû nemaye, di heman demê de jî ji aliyê civakê ve hatiye mehkûmkirin. Şansekî wan ku jiyaneke cuda bijîn, tine ye. Ew her tim dîn û qurban bûn. Lehenga belgefilmê jî di dawiyê de dibêje, ‘Ez heme’. Cara yekem bû ku ew jin ew çend wêrek bû. Ez vê yekê weke manîfestoyekê dibînim.”

 

Bi xwe bawer û wêrek bin

Hêlîn Çelîk bang li jinên ciwan kir yên ku dixwazin derhêneriyê bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez dixwazim vê wêrektiya ku di ciwaniya min de kêm bû, bidim hemû sînemavanên ciwan. Bila bizanin û ji xwe re bibêjin, ‘Wêrekiya min bes e, materyalên min têra min hene ku çîroka xwe vebêjim. Ez ne qurban im. Tişta ku ez dixwazim bibêjim, ji min çêtir kes nikare bêje’. Yên ku nû dest pê dikin, tenê hewce ye ku wêrek bin, bi xwe bawer bin û rêwîtiya xwe bidin destpêkirin. Ji ber ku çîroka me jin e û ji vê erdnîgariyê tê. Tişta ku me jinan ji bo xwe kiriye armanc jixwe ji bo afirandina çîrokekê bes e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.