Ji bo duçerxeyan dikin stare

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 8 Cotmeh 2021 - 01:23

Guherîna avûhewayê di van salên dawî de kir ku gelek welat ji ba û rojê enerjiyê çêkin. Di nav alternatîfên heyî de tiştê herî popûler enerjiya ba ye û gelek welat ji bo karibin ji bayî enerjî biafirînin panelên mezin yên bayî bikartînin. Gelek ji me ew perwaneyên mezin yen ku tim dizîvirin dîtine. Denîmark, yek ji wan welatan e ku herî zêde ji bayî enerjiyê diafirîne û ev enerjî werdigerîne karebayê.

Enerjiya van perwaneyên bayî baş e lê rastiyek heye ku ew zû kevn dibin û piştî demekê nayên bikaranîn. Ew turbîn û perên (kêr jî tê gotin) mezin yên perwaneyên bayî nikarin xizmetê bidin. Ji ber ku ew ji malzemeyên wek elyafên camî, reçîne û stroforê tên çêkirin zû bi zû nikarin ew carek din biguherînin û ji bo tiştekî din bikarbînin. Malzemeyeke pirr hişk e û natewe ji ber wê zehmete ku mirov bi armancek din ew bikarbîne.

Şirketa bi navê “The Re-Wind Network” li ser vê meseleyê hûr bûye û di dawiyê de fikreke bêhempa dîtiye. Ew bi perên perwaneyê ji bo duçerxeyan gerajê çêdikin û ev malzemeyên hişk yên ku nayê tewandin ji duçerxeyan re dikin stare. Bi rastî jî gava mirov li perên perwaneyê yên ku ji duçerxeyan re bûne geraj dibîne mirov dibêje qey ji bo vî tiştî hatine sêwirandin.

Ewqas ku xweşik xuya dikin.

“Georgia Institute of Technology” jî dixebite dibêje, “Em li potansiyele van kêran ango perên turbînên bayî difikirin û lêkolînan dikin. Di hêla endezyarî û avahîsaziyê de em difikirin ew dîsa bikarbînin. Divê em rêbazên bi vî awayî peyda bikin. Ev perçeyên mezin yên ku mirov nikarin wan carek din perçe bikin û ji bo tiştekî din bikarbînin dibe ku feydeya wan ji bo hin tiştên din hebe. Heger neyên avêtin û nebin çop dê ji bo hewa û avê jî baş be û xweza qirêj nebe.”  

40 milyon ton çop 

Wisa tê texmîn kirin ku di sala 2050 de 40 milyon ton çop ango malzemeyen avêtî ji pîşesaziya bayî zêde bibe. Gava mirov nûçeyên wiha dixwîne helwest û biryarên bi vî rengî ango bikarnîna malzemeyên avêtî bêhtir bi mane dibin li ber çavên mirov.

KOPENHAGEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.