Ji bo desthilatê qatilan diparêzin
Sêşem 16 Tebax 2022 - 22:30
- Birayê rojnamevan Serdeşt Osmanê 4´ê Gulana 2010´an hat revandin û şehîd kirin, Beşdar Osman dibêje, saziyên ewlehiyê dikarîn kujerên rojnamevanan bidin dadgehê, lê ji ber ku girêdayî binemal û partiyên desthilatê ne, kujerên rojnamevanan vedişêrin û kujerên xeyalî çêdikin.
Şeş sal di ser qetilkirina nûçegihanê ajansa Rojnewsê Wedat Hisên re derbas bûn, lê heta niha kujerên wî nehatine eşkerekirin û ti kes ji ber qetilkirina wî nehatiye girtin. Aktîvîst jî li ser qetilkirina rojnamevanan dibêjin; “Saziyên ewlehiyê girêdayî desthilatê ne, ji bona wê kujerên rojnamevanan eşkere nakin û nagirin.”
Beriya niha bi şeş salan di 13’ê Tebaxa 2016’an de nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên ê ku weke Wedat Dihokî dihat nasîn ji aliyê çend çekdarên nenas ve li taxa Malta ya Dihokê hate revandin. Piştî wê bi çend saetan bi birîndarî hat dîtin. Piştî ku ew birin nexweşxaneyê, ji ber ku birînên wî giranbûn, Wedat Hisên şehîd bû. Kujeran êşkenceyeke giran li Wedat Hisên kiribû.
Derbarê qetilkirin û girtina rojnamevanan li Herêma Kurdistanê de bi vê boneyê Rojnews bi aktîvîstan re peyivî.
Birayê Rojnamevan Serdeşt Osman, û aktîvîst Beşdar Osman derbarê qetilkirin û girtina rojnamevanan û negirtina kujerên wan de got, “Her çiqas belge û zanyariyên temam li ber dest hebûn û saziyên ewlehiyê dikarîn kujerên rojnamevanan bidin dadgehê, lê ji ber ku ev saziyên ewlehiyê ne serbixwe ne, girêdayî binemal û partiyên desthilatê ne, kujerên rojnamevanan vedişêrin û kujerên xeyalî çêdikin.”
Birayê Beşdar Osmanî, Serdeşt Osman li Zanîngeha Salehedînê beşa Ingilîzî dixwend û Gulana sala 2010´an ji ber devê deriyê zanîngehê hart revandin û 4´ê Gulanê cenazeyê wî hatibû dîtin. Ji ber ku gelek rexne li desthilata PDK´ê û nexasim malbata Barzanî digirtin, gef lê dihatin xwarin.
Dadgerî divê serbixwe be
Beşdar Osman got, heta dadgeheke serbixwe pêk neyê û kujerên Soran, Serdeşt, Kawe, Wedat û Soran eşkere neke û ceza neke, desthilat û hêzên ewlehiyê ji qetilkirina van rojnamevanan wê berpirs bin.
Derbarê peyama rojnamevanên şehîd de jî Beşdar Osman got, “Peyamên rojnamevanên şehîd zelal in, ji bona wê heger tenê yek roj dad û dadgehek serbixwe hebe, wê berpirsên payebilind ên vê herêmê hemû ji ber dizî, kuştina dengên nerazî, dagirkerî û hevkariya bi welatên din re werin dadgehkirin. Desthilatdarên Kurdistanê xwe ji ti belaya ku bi serê gelê Kurdistanê de tê, venedaye. Armanca wan ew e ku gendelî û zilma ku li Herêma Kurdistanê gihiştiye asta xwe ya herî bilind, wenda bikin û serê binixûmînin.”
Wedatek şehîd bû bi dehan Wedat rabûn
Jina çalak, Bêrîvan Bergareyî jî li ser heman mijarê got, “Mixabin roj bi roj azadiya fikr û ramanê li welatê me zêdetir tê tengkirin. Mirov li ser şirove yan jî parvekirineke li ser medyaya dijîtal tên girtin.”
Bêrîvan Bergareyî derbarê negirtina kujerên Wedat Hisên de jî vê pirsê ji desthilatê dike, “Çima li Behdînanê her tawanek çêdibe di nava du saetan de tawanbar tên girtin, çima ev şeş sal in kujerên Wedat Hisên nehatine girtin? Bi dehan azadîxwaz hene ku kesayetên bihêz ên Behdînanê bûn û beriya bi salan hatine qetilkirin, lê ji ber qetilkirina wan, heta niha ti kesek nehatiye girtin.”
Di dewamê de Bergareyî got, girtiyên Behdînanê tenê ji ber dosyayên gendeliya Barzanî û desthilatê eşkere kirin û li dijî gendelî, xiyanet û bêdadiya wan bûn, hatine girtin. Bergareyî wiha pêdeçû; “Ew çiqas bixwazin gelê Kurd bê îrade bikin jî, bi ser neketine. Ew çiqas hewl bidin me fîzîkî bixin girtîgehan jî, nikarin fikra me bixin zindanê. Ti kes nikare dengên azad bêdeng bike. Wedatekî qetil bikin bi dehan Wedatên din wê rabin.
Em ê li ser rêbaza Wedatan heta dawiyê rêya xwe dewam bikin.”
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN