- Di çarçoveya kampanyaya “Ji bo darizandina dîktatorî 100 sedem” de, li paytexta Swêdê Stockholmê, li bajarê Swîsreyê Baselê û li bajarê Elmanyayê Freîbûrgê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.
Di çarçoveya kampanyaya “Ji bo darizandina dîktatorî 100 sedem” de, li paytexta Swêdê Stockholmê, li bajarê Swîsreyê Baselê û li bajarê Elmanyayê Freîbûrgê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.
Tevgera Jinên Kurd ên Ewrûpa (TJK-E) 25’ê Mijdarê kampanyaya “Ji bo darizandina dîktatorî 100 sedem” dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de bi pêşengiya jinan dawiya hefteyê li bajarên cuda yên Ewrûpa çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.
SWÊD: Di çarçoveya kampanyayê deTJK-E li paytexta Swêdê Stockholmê çalakiyek girseyî hate lidarxistin. Meclîsa Jinan a Amara û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) a Stockholmê çalakî organîze kir. Li Meydana Sergelstorgê meşê dest pê kir. Di çalakiyê de wêneyên jinên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin qetilkirin, posterên Rêber Abdulah Ocalan û alên PKK’ê hatin hilgirtin.
ELMANYA: Di çarçoveya heman kampanyayê de li bajarê Elmanyayê Freiburgê jî çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Meclîsa Jinan a Nûda bi komên Çepgir ên Elman re ev çalakî organîze kir. Di çalakiyê de zextên li ser girtiyan jî hatin şermazarkirin.
Di meşê de ku heta êvarê dewam kir, ji bo kampanyaya “Ji bo darizandina dîktatorî 100 sedem” gelek îmze hatin komkirin.
SWÎSRE: Di çarçoveya kampanyayê de li bajarê Swîsreyê Baselê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Meş bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) hate lidarxistin. Di mitînga li meydana Theaterplatzê de jinên ji saziyên Kurdistanî, Tirkiyeyî û Swîsreyî beşdar bûn. Jinan kujerên jinan ên bi destê desthilata Erdogan tê parastin jî şermezar kirin.
Di çalakiyê de li ser navê Partiya Basta ya Swîsreyê, hevserokê vê partiyê Sina Deiss, li ser navê SKB’ê Gulderen Sevîm, li ser navê Meclîsa Jinan a Swîsreyê ya SYKP’ê Seyhan Karataş û li ser navê FEDA´yê Songul Çelî axivîn.
Piştî meşê girse li meydana Dreirosenbruckeyê. Di axaftinên li vir de, hate gotin, heta Erdogan ji ber qetilkirina jin û zarokan neyê darizandin, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin. Çalakgeran bang kir da ku piştgiriya kampanyayê bê kirin. Jinên Lehistanî jî piştgiriya xwe ji bo dewamkirina têkoşîna li dijî qanûnên kurtajê ragihandin.
FREIBURG