Ji bo çareseriyê kesekî bêhempa ye
Pêncşem 23 Çile 2025 - 03:25
Serokwekîla Koma Partiya Komunîst a Fransayê ya Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê Raphaelle Primet û yek ji endama heyeta navneteweyî ku di 3’ê Kanûnê de ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne hat Tirkiyeyê û serî li Wezareta Edaletê da, diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan binpêkirina hiqûqa navneteweyî. Raphaëlle Primet bi bîr xist ku DMME girtina heta hetayî ya bêyî derfeta serbestberdanê wekî "binpêkirina qedexeya êşkence û muameleya xerab" nirxandiye û biryara "mafê hêviyê" yê Rêber Abdullah Ocalan daye. Raphaëlle Primet anî ziman ku di vê çarçoveyê de "mafê hêviyê" yê Rêber Abdullah Ocalan hatiye binpêkirin û got ku ew ji bo azadiya Ocalan her tim di rêfên herî pêş de cih digirin. Raphaëlle Primet bal kişand ser rola Rêber Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka kurd de û got:"Birêz Ocalan ji bo çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurdistanê şexsiyeteke bêhempa ye." Raphaelle Primet peyama ji 7 xalan pêkhatî ya Rêber Abdullah Ocalan bibîr xist û got ku ji ber vê êdî dem hatiye Ocalan serbest bê berdan. Raphaelle Primet anî ziman ku tavilê pêdivî bi statuya Kurdistanê heye û got ku heya aştî çênebe ne demokrasî ne aramî û ne jî istiqrara siyasî wê çênebe.
Divê kampanya dewam bike
Raphaëlle Primet diyar kir ku divê kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" berdewam bike û got::"Ji 10'ê Cotmeha 2023'yan û vir ve li zêdetirî 100 welatên cîhanê kampanyayek hemwext hatiye destpêkirin. Ne tenê kurd, di heman demê de gelek sendîka, rêxistinên siyasî, hawirdorparêz, femînîst, rêxistinên sivîl, kesayetên giştî û hunermend jî bi her awayî bi awayekî aktîf beşdarî vê yekê dibin û zextê li hikûmeta me ya li Fransayê dikin da ku taahudekê bide. Em careke din piştgiriya xwe ya bênavber ji bo têkoşîna wan a edalet û demokrasiyê tînin ziman. Her wiha em bang dikin ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin."
Hevpariya Fransa ya sûc
Raphaëlle Primet bal kişand ser êrişên li ser Bendava Tişrînê jî û got:"Ji niha ve gelek çavdêr radigihînin ku bi armanca qirkirina gelê kurd tê kirin. Bi hezaran kurd direvînin, ji niha ve li Til Rifet û Şehbayê komkujî dest pê kirine. Li kantonên Rifat û Şehbayê mal û milk hatin desteserkirin, tundiya zayendî û revandin çêbû. Em ji sûcên hatine kirin agahdar in û em wan şermezar dikin." Raphaëlle Primet diyar kir ku sedemên bêdengiya welatên Ewropayê li hemberî tecrîd û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koçberî, têkiliyên bazirganiyê yên bi Tirkiyeyê re û endamtiya Tirkiyeyê ya NATO'yê ye. Raphaëlle Primet ku bêdengiya welatê xwe Fransayê bi tundî rexne kir û wiha got:"Gava mijar dibe Fransa, hevpariya wê ya sûc diyar e. Li ser axa Fransayê 6 cînayetên siyasî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin kirin. Erka Fransa ye ku kurdan biparêze. Li gorî peymanên hevkariyê yên dualî, çalakvanên kurd ên ku li Fransayê penaber bûne, radestî Tirkiyê tên kirin û li Tirkiyê ew tenê ji ber parastina mafên xwe yên çandî û nasnameya kurdî tên cezakirin."
MA/HÎVDA ÇELEBÎ