Ji bo bîra civakê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 20 Cotmeh 2020 - 23:25

  • Derhêner Elîf bi belgefilma xwe ya bi navê Heskîfê dixwaze ji bo bîra civakê bimîne û ji bo ku paşê bi vê felaketê bê zanîn çêkiriye. Ew dibêje, xirakirina Heskîfê, xirakirina Palmîra bi destê DAIŞʼê aniye bîra wê.

FAHRETTÎN KILIÇ/ FETHÎ BALAMAN
MA/AMED

 

Derhêner Elîf Yîgît li ser belgefilma xwe ya Heskîfê got, ji bo bîra civakî neyê jêbirin wê biryar daye ku belgefilmeke wisa çêke: “Dema min di televîzyonê de dît ku pêvajoya xerabkirina Heskîfê dest pê kir, Palmîraya ku DAIŞ’ê ji holê rakir hat bîra min û bandoreke mezin li min kir.” 
Bendava dewleta Tirk a bi navê Ilisû kir ku av bide ser warê dîrokî yê 12 hezar salan Heskîfê û gelek gundên wê. Derhêner Elîf Yîgît li ser vê yekê belgefilmek çêkir. Belgefilma wê ya bi navê Heskîfê behsa xirakirin, di bin avê de mana Heskîfê û koçberkirina xelkê deverê dike. 
Elîf dibêje, “Dema min di televîzyonê de dît ku pêvajoya xerabkirina Heskîfê dest pê kiriye, bandoreke mezin li min kir. Palmîraya ku DAIŞ’ê ji holê rakir hat bîra min û min got ‘di sedsala 21’ê de çawa ev tişt çêdibin?’ Tişta ku ji destê min were min xwest bikim. Ji bo bîra civakî neyê jêbirin min biryar da ku belgefilmeke wiha çêkim. 19’ê Tebaxa 2019’an min dest bi girtina dîmenan kir. Piştî ku ez çûm wê derê ez pê hisiyam ku ne tenê binyada dîrokî, bi dîroka wan mirovan ve çanda wan jî ji holê hatiye rakirin.” 

Ev der ne mala min e

Belgefilm ji sê beşan pêk tê: “Beşa yekê behsa beriya xerakirina navenda Heskîfê û gundan dike, ka mirov çawa lê dijiyan, beşa duyê behsa pevajoya xerakirina Heskîfê dike û nîşan dide ka çawa avê da ser bajêr û gundan. Beşa sisiyê jî behsa koçberkirina mirovan û jiyana wan a li ‘Heskîfa Nûʼpêk tê. Tişta herî zêde bandor li min kir apekî ku nexweşê alzheimer û hêj ne elimîbû Heskîfa Nû, her tim difikirî ku mala wî li Heskîfê ye û mala wî di bin avê de nemaye. Hevpeyvîna ku me bi lawê wî re kir, digot bavê min dibêje ‘min bibin mala min, ev der na mala min e’.”
Ev belgefilma yekê ya metrajdirêj a Elîfê ye. “Ji aliyê aboriyê û ewlehiyê ve min hinek zehmetî kişandin. Destûr nedidan. Ji bo debara xwe bikim diviyabû bixebitim jî ji ber wê carna 2-3 mehan ji heremê derdiketim. Min bawer nedikir ku Heskîf wê di bin avê de bimîne. Ez ji bo filmekê çûm Stenbolê piştî mehekê dîsa vegeriyam Heskîfê. Dema min dît ku xanî hêdî hêdî di bin avê de dimînin matmayî mam û min xwe nebaş hîs kir. Psîkolojiya min xira bû. Min xwest ku mirov piştî sedsalan be jî bibînin çi li vir qewimiye.” 
Belgefilma Elîfê 2ʼyê Cotmehê qediyaye û ji mihrîcanan re bê şandin. Elîf dixwaze belgefilm salekê li mihrîcanan bê nîşandan. Piştî hingê jî wê Heskîf bê weşandin. Zimanê hevpeyvînan Kurdî û Tirkî ye ûjêr nivîsa Ingilîzî jî ji bo filmê hatiye amadekirin.

 

Birrek felaket

Elîf Yîgît dibêje, dema belgefilma wê qediyaye her dera Heskîfê di bin avê de maye û felaketên ji ber vê jî wiha rave dike: “Dema ez diçûm girtina dîmenan, av carna kêm dibû carna zêde dibû. Ez çûm cem mirovên ku di konan de dimînin, zarokên wan ji ber maran nedikarîn di konan de bimînin, lê ew nediçûn navenda bajêr jî. Mar zêde bûn. Girek di nava avê de maye ji ber ku hejmara maran li wir zêde ye navê wî kirine girava maran. Dîsa me dît ku gelek masî ji ber qirêjiya avê miribûn. Ji ber hewa hêwî bû jî li sewalên li wê derê hin nexweşî peyda bûne.”

Derhênereke ciwan ji Amedê

Elîf Yîgît 36 salî ye, ew ji Gundê Kendal ê ser bi Pasûra Amedê ye. Ji ber karê bavê xwe û şewitandina gundan, sala 1997’an ji neçarî koçî Çanakkaleyê dikin. Piştî ku li wir 7 salan dimînin, koçî Stenbolê dikin. Li Stenbolê jî piştî ku 15 salan dimînin, koçî Amedê dikin. Yîgît sala 2016’an li Zanîngeha Çandê ya Stenbolê ji beşa Radyo, televîzyon û sînemayê derçûye. Belgefilma Heskîfê, piştî kurtefilma ‘Lîstikên bê sînor’ belgefilma Yîgît a duyemîn e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.