Ji bo berhemê wî bên nasîn

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 21 Hezîran 2022 - 21:03

  • Andres Valencia hîna zarokekî 10 salî ye lê dema meriv li kar û barên wî dinihêre meriv qet texmîn nake ku ev karên xweşik û serketî bi destê zarokekî 10 salî hatine çêkirin.

Andres Valencia hîna zarokekî 10 salî ye lê dema meriv li kar û barên wî dinihêre meriv qet texmîn nake ku ev karên xweşik û serketî bi destê zarokekî 10 salî hatine çêkirin. Tesîra George Condo, Picasso û Kubîzmê li Andres Valencia bûye û di riya wan de dimeşe. Lê di vê meşê de wî jî li xwe gelek tişt zêde kirine û tenê wan kopya nake. Zarokekî afirîner e. Rengên zindî bi kar tîne û bi van rengan kompozîsyon û fîgurên serketî derdixe holê. Nexasim hin rûyên wî yên parçebûyî xebatên Picasso tîne bîra mirovan. 

Andres Valencia ji 5 saliya xwe ve xêz dike. Ew li San Diegoya Californiyayê hatiye dinê û niha li wir karên xwê yên hunerî dike. Andres Valencia derbarê dîroka huner de jî dixwîne û li atolyeya xwe ya malê, peykeran jî çêdike. Nexasim bi karên Gerhard Richter, Vincent van Gogh, Amedeo Modigliani, Francis Bacon û Michelangela re elaqedar e û li karê wan û serpêhatiya wan dikole. Wî ji niha ve şev li xwe herimandine û piştî ku hin tişt tên bîra wî, xwe nagire û saet 10’ê şevê radibe karên xwe dike. Dûre jî tabloyên serketî derdikevin holê. 

Muzeyadeya Phillips niha dixwaze karekî Andres Valencia yê bi navê “Ms Cube” li Hong Kongê bi 50 hezar dolarî bifiroşe. Valencia ev karê xwe sala 2020’an çêkiriye. Her wiha di 23’ê Hezîranê de jî li New Yorkê bi navê “No Rules” pêşangeheke wî ya solo bi rê ve diçe û di vê pêşangehê de 35 xebatên wî wê werin nîşandan.

Valencia ku heta niha li gelek cihan pêşangehên wî çêbûne, ji bo armanca xwe dibêje, “Tenê dixwazim berhemên min li dinyayê werin nasîn” û xeyala wî ya herî mezin ew e ku biçe Muzeya Louvre ya Parîsê. 

SAN DIEGO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.