Ji bo azadiya Ocalan dimeşin

Duşem 12 Sibat 2024 - 00:33

Bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, li Ewrûpayê ji gelek baskan, meşên dirêj tên lidarxistin. Meşa ciwanên Kurd a li Mannheimê destpê kir, 2 roj li pey xwe hiştin û meşa enternasyonalîstan jî, doh ji Baselê destpêkir.

Beriya salvegera komploya navneteweyî, li çar aliyên Ewrûpayê, di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, Ji meseleya Kurd re çareseriya siyasî’, gelek çalakî tên organîzekirin. Meşên dirêj ên ciwanên Kurd û enternasyonalîstan ku li Ewrûpayê bûne kevneşop, destpêkirin. Meşa dirêj ku li Parîsê destpê kir jî, 3’emîn hefte li pey xwe hişt. Hersê baskên meşê, wê 15’ê Sibatê li bajarê Strasbourg ê Fransayê bigîhên hev û meşeke navendî li dar bixin. Çalakgerên meşa dirêj, roja 17’ê Sibatê jî wê tevlî meşa navendî ya li Kolnê bibin. 

Ji Mannheimê bi rê ketin

Meşa ciwanan a bi navê ‘Rêwîtiya Azadiyê’ ku li Elmanyayê hat destpêkirin, di roja 3’an de ye. Meşa ku 300 ciwanên ji Fransa, Swîsre, Hollanda, Elmanya, Belçîka û gelek welatên cuda yên Ewrûpayê tevlîbûne, roja 10’ê Sibatê li bajarê Mannheimê destpê kir. Tendama Meclîsa TCŞ’ê Sarya Ateş di axaftina xwe de got:’’Weke TCŞ û Teko-JIN me di rêwîtiya azadiya Rêber APO de dimeşin. Pêngava Azadiya Rêber APo, wê bi têkoşîna topyekun a gel, bigîhê serketinê.’’ Ateş da zanîn ku ku ev 35 meh in ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin û got:’’Rêbertiya me di bin êşkenceyeke giran de ye û ev binpêkirina mafê mirovan e. Saziyên mafê mirovan, CPT, Konseya Ewrûpayê, bi bêdengiya xwe dibin şirîkê vî sûcî û yekser berpirsiyarê vê yekê ne.’’

Bi qedexeyan nikarin asteng bikin

Ateş di dewama axaftina xwe de polîtîkayên krîmînalîzasyonê ya dewleta Elman jî rexne kir û diyar kir ku hilgirtina posterên Rêber Abdullah Ocalan asteng dikin û got:’’Eyaleta Baden-Wurttembergê, bi taybetî eyalet û bajarê Mannheimê, bi biryarên ecêb û dij hiqûqî, hilgirtina wêneyê Rêber APO, al û çerçoveyan qedexe kir. Em weke ciwanên Kurd, vê biryarê bi tundî şermezar dikin. Ev nîşan dide ku dewleta Elman bi şênberî di komploya navneteweyî de cih digre. Nikarin fikr û ramanên Rêber APO qedexe bikin. Ji ber ku fikr û ramanên Rêber APO li her devera cîhanê belav bûne. 

Kartpostal hatin şandin

Di meşê de flamayên kesk-sor-zer hatin hilgirtin û ciwanan hertim dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ hatin berz kirin. Ciwan di roja yekemîn de 11 km’yan meşiyan û gîhîştin Heidelbergê. Di dema meşê de ji ji bo bişînin ji Rêber Abdullah Ocalan re, kartpostal hatin nivîsîn û avêtin qutiyên posteyê. Çalakger li Heidelbergê tevlî merasîma bîranîna şehîdên Kurdistanê bûn. Di roja 2’an de jî ciwan ji Heidelbergê ber bi Hockenheimê meşiyan. Meşa doh jî biqasî 23 km’yan bû. Îro jî wê ji pêş stasyona trenan a Homburgê dest bi meşê bikin. 

MANNHEIM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.