Ji ber Tirkî kanser tespît nabe

Şemî 24 Tebax 2024 - 01:25

  • Dewleta Tirk a dagirker li dijî Kurdistanê her cure êrîşê tîne, ne tenê xwezaya Kurdistanê lê her wiha tendiristiya gelê Kurd jî dikeve hedef. Yek ji armanca zêdekirina santralên Hîdroelektrîk, bendav, maden, santralên termik ew e ku li ser tendiristiya civaka Kurdistanê nexweşiyên giran ên weke kansêrê çêbike. Li aliyê dî jî xizmeta bi Kurdî ya di qada tendiristiyê de nayê dayin û ev jî dibe sedem nexweşiya kansêrê zû neyê tespîtkirin.

Li gorî raporên ku Wezareta Tenduristiyê ya Tirk di destpêka sala 2023'an de eşkere kir, ji aliyê stastîstîka mirinê ve rêjeya mirina ji ber kanserê ji sedî 20.2 ye û di rêza destpêkê de ye. Li gorî daneyên wezaretê, heta dawiya sala 2023'an li tevahiya welêt teşhîsa kanserê li nêzî 2 milyon mirovî hatiye kirin.

Li gorî daneyên TUÎK'ê yên sala 2023'an jî mirina ji ber kanserê li gorî nifûsa bajêr herî zêde li Dersimê qewimî.

Li gorî hejmarên dewletê mirina ji ber teşhîsa kanserê salane derdora ji sedî 20 e. Tenê li Amedê salane derdora 18 hezar teşhîsa kanserê tê kirin. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzî 200 cûreyên kanserê hene.

Li bajarên Kurdistanê rêjêya kansêrê

Li gorî daneyên sala 2021'ê yên TUÎK'ê rêjeya mirina ji ber kanserê li gorî bajaran li hin bajaran bi vî rengî ye:

"Wan, ji sedî 18.2
Erzirom, ji sedî 18.6
Îdir, ji sedî 18.6
Qers, ji sedî 18.8
Agirî, ji sedî 21.8
Şirnex, ji sedî 11.4
Riha, ji sedî 10.1
Dîlok, ji sedî 10
Kilis, ji sedî 10
Sêrt, ji sedî 8.5."

Tirkî teşhîsa kansêrê bi derengî dixe

Pisporê Nexweşiyên Enfeksiyonê Parlamenterê Agiriyê yê DEM Partiyê Dr. Heval Bozdag diyar kir ku feraseta bazirganiyê ya dewletê ya li ser tenduristiyê û polîtîkayên li dijî zimanê dayikê tê meşandin ji sedemên rûdana pirsgirêkên tenduristiyê yên gelê Kurd e.

Dr. Heval Bozdag anî ziman ku li Navendên Teşhîskirina Zû ya Kanserê (KETEM) perwerdya Mûayeneya Sîngê ya Bixwe (KKMM) tê dayin û got, "Weke ku di her tiştî de tê kirin li qada cemaweriyê jî Tirkî tê ferzkirin. Ji ber ku agahiyên li ser tenduristiyê bi Tirkî têne dayin haya gel jê çênabe yan jî haya xwe ji hebûna navendeke bi vî rengî jî nabe. Ji ber vê jî testên têrker nake, yan jî dema diçe van navendan ji ber ku bi ziman baş nizane nikare perwerdeya têrker werbigire."

Divê xizmeta tendiristiyê bi Kurdî be

Dr. Heval Bozdag destnîşan kir ku li cografya Kurdistanê divê ev kar bi zimanê dayikê be û got, "Li cografya Kurdan desteserkirina mafên kolektîf ên gelê Kurd, demokrasî, azadî û xizanî pirsgirêkên sereke ne. Di rewşeke bi vî rengî de dewlet ji aliyekî ve bi feraseta tenduristiyê ya bazarê ji tenduristiya parastinê dûr dikeve, li aliyê din jî bi feraseta otorîter-burokratîk a li ser zimanê dayikê ava kiriye tenduristiyê û saziyan ji gel dûr dixîne, li hemberî kanserê û nexweşiyên dikarin pêşî li wan bêne girtin çareyekê peyda nake, ne tenê li bajarên Kurdan li ti herêmê ji bo tenduristiya gel a serketî kar nake. Bar li ser milê kedkarên tenduristiyê dimîne ku bi hewldanên şexsî jî mixabin serketinê bi dest naxin."

Parlamenterê DEM Partiyê Heval Bozdag diyar kir ku xweza û azadiya mirov ji bo tenduristiyeke civakî girîng e û got, "Beriya her tiştî divê mirov û xweza azad bin; divê mafên hemû zindiyan xweser, demokratîk û ewle bin.’’

ANF/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.