Ji ber têkçûnê tewîzan dide
Sêşem 30 Nîsan 2024 - 00:42
Dewleta Tirk a dagirker di vê dawiyê de tevgerên xwe li qada Iraqê zêde kirin. Piştî serdana rayedarên îstixbaratê û Wezareta Karên Derve yên Tirk ji bo Bexda û Hewlêrê, serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan serdana wir kir.
Hemwextî serdanan, dewleta Tirk a dagirker careke din êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê kir û li gel wê Iraq, Tirkiye, Qeter û Îmaratê ji bo temamkirina projeya ‘Rêya Geşepêdanê’ gelek lihevkirin îmze kirin.
Gerînendeyê Navenda Kurd Sînornenas Kadar Pîrê têkildarî mijiarê got:"Krîza aboriya têkçûyî, sedema tawîzdayîna Erdogan û çûyîna wî ya ji bo Bexda û Hewlêrê re ye. Ev bi serê xwe paşveçûneke dîplomatîk e ji siyaseta Tirk û rayedarên wê re, bi taybet ji bo Erdogan. Xala girîng a serdanê ew e ku Erdogan dixwaze di şerê li dijî Kurdan, PKK û gerîla de şirîkan bibîne, ji ber ku hewldanên wî yên berê bi bin ketin. Bawer im ku li gorî fikirandina tirkî tu encamên erênî yên serdanê tune ne. Teqez kesek li dijî lihevkirinên aboriyê û yên avê nasekine. Lê em bi hêsanî dikarin bibêjin ev lihevkirin ne li gorî berjewendiyên gelên herêmê ye. Erdogan karî hevalbendan bibîne ji bo ku şerê Kurdan bike? Ez bawer nakim. Hewlêr û Bexdayê tu bersiveke erênî neda Erdogan. Ji ber ku rewşa li Iraqê li ber çavan e. Dewleta Iraqê nahêle şerê PKK`ê bê kirin, ji ber ku xwe di cihên dûr de asê kirine. Ê dema artêşa Iraqê bi hêz bû, nedikarî bigihêje wir, îro jî piştî ku veguherî artêşeke taîfî û milîsan ku girêdayî dewletên derve ye, nikare wê jî bike."
ANHA/YEHYA EL HEBÎB