Ji 22 welatan bi sedan parêzer

Sêşem 13 Îlon 2022 - 22:18

  • Ji 22 welatan bi sedan parêzerî, ji bo ku li Îmraliyê Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê zindankirî bibînin, miracaetî Wezareta Dadê ya Tirk kirin. Hefteya bê wê hin parêzerên din jî ji welatên cihê miracaet bikin.  

ERDAL BAZ

Ji çar aliyên dinyayê bi sedan parêzer ji bo ku hevdîtinê bikin bi Rêber Abdullah Ocalan ê li girava Îmraliyê tecrîdkirî, miracaetî Wezareta Dadê ya Tirk kir. Parêzerên li Ewrûpayê îro wê li Brukselê li ser mijarê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.  Parêzerên li Rojhilata Navîn jî wê 19’ê Îlonê bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza xwe ya çûna Îmraliyê li raya giştî jî eşkere bikin.  

Ji seranserê dinyayên, ji 22 welatan bi sedan parêzerî ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah û girtiyên din ên li Îmraliyê êsîr, ji Wezareta Dadê ya Tirk re nameyek şand. Parêzer îro li Brukselê li ser mijarê daxuyaniyekê didin çapemeniyê. Saet li 10:30´î de li Cluba Çapemeniyê ya Ewrûpayê hiqûqzanên ku wê bipeyivin, ev in: Ji Yekîtiya Baroyên Parîs û Brukselê Georges Henri Beauthier, li ser navê Parêzerên Demokrat ên Ewrûpayî (AED) seroka Yekîtiya Hiqûqzanên ji bo Demokrasiyê (SAD) Hélène Debaty, ji Tevna Parêzerên Pêşverû ya Brukselê Selma Benkhelifa û Hevsekreterê Giştî yê Yekîtiya Parêzeran a Ewrûpayê Thomas Schmidt. 

Tecrîdeke cihêker 

Bi sedan parêzer dibêjin, astengkirina mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan weke tecrîdeke cihêkar dibînin û didin zanîn ku ew Ocalan weke Mandelayê miletê Kurd dibînin. Parêzeran ji bo ku hevdîtinê bi Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bibînin, miracaetî Wezareta Dadê ya Tirk kirin. Di daxuyaniya îro de ew ê li ser miracaeta xwe û sedemên wê agahiyan bidin raya giştî. 

Weke 775 parêzerên ji Tirkiyeyê 

Endamê desteya rêveber a Komeleya Hiqûq û Demokrasiyê ya Navneteweyî (MAF-DAD) Mahmut Şakar, ji rojnameya me re got, “Tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan, hem bûye sedema nerazîbûna hiqûqzanên li Kurdistan û Tirkiyeyê, û hem jî ya parêzerên li welatên din ên dinyayê. Gava mirov mafê parastinê yê mirovekî desteser bike, ev desteserkirina mafê wê yê herî sereke ye. 

Li dijî tecrîdkirina birêz Ocalan ji baroyên cihê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê 775 parêzeran Hezîrana bihurî ji bo ku bi Ocalan re hevdîtinê bikin, miracaetî Serdozgeriya Komara Tirk a Bursayê kiribû. Piştî vê miracaetê, hin parêzerên li Ewrûpayê jî bi pêşengiya hin saziyan ji bo ku destekê bidin hevpîşeyên xwe yên li Tirkiyeyê û ji bo bidawîkirina tecrîdê zend û bendên xwe badan.”

Şakar da zanîn ku amadekariyên parêzeran bi mehan dewam kirine û di encamê de bi beşdariya bi sedana parêzerên ji 22 welatan, metneke hevpar hatiye amadekirin: ”Parêzer li dijî vê tecrîda li dijî rûmeta mirovahiyê zend û bend badan, ev metna tê de daxwaza hevdîtina bi Ocalan re heye jî ew ê 14’ê Îlonê (îro) li partexta Belçîkayê Brukselê li raya giştî eşkere bikin.”

19’ê Îlonê li Rojhilata Navîn

Şakar bi bîr xist ku parêzeran ne tenê li Ewrûpayê dest bi hewldanên xwe yên li dijî tecrîdê kiriye, lê li seranserê dinyayê û wiha peyivî: “14’ê Îlonê lingê Ewrûpayê wê daxuyaniyê bide, di heman demê de li Rojhilata Navîn îmze tên berhevkirin. Ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê, û ji gelek bajarên Rojhilata Navîn ji bo bidawîkirina tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan îmze tên berhevkirin û miracaeta parêzeran a ji bo hevdîtana bi birêz Ocalan re heye. Ew jî wê daxuyaniya hevpar li Silêmanî, Qamişlo û bajarên din 19’ê Îlonê bi raya giştî re parve bikin. Îmzeyên hatine berhevkirin, tevî daxwaza hevdîtinê, ew ê bidin Wezareta Dadê ya Tirk.”

Çareyeke navneteweyî

Şakar ev nerazîbûna ji tecrîdê ya navneteweyî giring nirxand û got, “Ji ber ku ev liberrabûneke navneteweyî ya li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan e, pirr giring e.” 

Şakar got, hewldanên hiqûqzanan li dijî tecrîdê wê dewam bikin: “Heta ku tecrîdkirina Ocaaln a li dijî hiqûqa navneteweyî, û maf û azadiyên sereke ye, bi dawî bibe, hewldanên hiqûqzanan wê dewam bikin” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.