Japonya û Enîya Aborî

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 23 Gulan 2023 - 00:15

“Şerê sar ê nû” ku ji aliyekî ve di navbera Emerîka û hevalbendên wê ve û ji aliyê din ve jî di navbera Çîn, Federasyona Rûsyayê û dewletên din ên ku li hemberî hegemonyaya DYE’yê li ber xwe didin, diqewime, pîvana wê ya herî girîng jî aborî ye. 

Lê çawa ku rewşa li eniyê carinan li pişt "mija şer" ne diyar e, aliyê aborî yê rûbirûbûna gerdûnî pirr caran gelek pirsan derdixe pêş. Bi taybetî, heger em li tevgera Japonyaya ku yek ji mezintirîn aboriyên cîhanê û hevkarê sereke yê DYE´yê li Asyayê ye, binihêrin, gelek pirsên weha derdikevin holê.

Tê dîtin ku Japonya di rêza pêşîn a siyaseta Emerîkî ya "veqetandina" ji aboriya Çînî de bû, lê ev pêvajo hêdî û bi encamên tevlihev e. Hin şirketên Japonî, wek Kyocera, amadebûna xwe bo derxistina dezgehên berhemanînê ji Çînê ragihandiye, lê gelek şirketên din ên Japonî yên ku sermayeyên wan li Çînê hene, yan gavên berçav di vî warî de naavêjin, yan jî amadebûna xwe ji bo zêdekirina sermayeya li Çînê diyar dikin.

Piştî Sibata 2022’yan, Tokyo, ji hemû hevalbendên Asyayî yên DYE´yê pirr biryardartir tevgeriya. Lê di vê rewşê de jî, bi qasî ku hevkariya aborî ya dualî ye, helwêsta Japonî yekparêz xuya nake. Hin şirketên Japonî li bazara Rûsî man û serokatiya Japonî bi rastî pejirand ku karsaziya Japonî dê beşdariya xwe di projeyên neft û gazê yên Sakhalin-1 û Sakhalin-2 de bidomîne.

Hikûmeta Japonî bi gelemperî armanc, îdeolojî û rojeva siyasî ya navneteweyî ya giştî ya DYE´yê parve dike. Beriya her tiştî, Stratejiya Ewlekariya Neteweyî ya nû ya Japonyayê, ya ku di Kanûna 2022’yan de hate pejirandin, hem bi Rûsya û hem jî bi Çînê re bi tundî diaxive. Û li ser pirsa helwêsta Moskov û Kîevê ya ji pevçûnê re, ne tenê hikûmeta jorîn, lê hema hema hemû hêzên siyasî yên Japonî helwêsteke eşkere li dijî Rûsyayê girtin. Li gel vê yekê, hevgirtina bi Washington re di siyasetê de nayê wê wateyê ku Tokyo nikare û naxwaze berjewendiyên xwe di warê aborî de peyda bike. Ev yek bi Îranê re bû, ku têkiliyên bi wê re ji bo Japonyayê di warê dabînkirina ewlehiya enerjiyê de girîng bûn.

Li gel vê yekê jî heger em ji hêla meylên demdirêj ve li rewşê binihêrin, em dikarin texmîn bikin ku bûyerên vê dawiyê dijwarbûna "eniya aborî" ya rûbirûbûna cîhanî muhtemeltir dike. 

Ji ber vê yekê, dibe ku berjewendiyên aborî pêkanîna meylên ku ji hêla armancên jeopolîtîk ve têne birêvebirin, dereng bixe. Lê ji ber ku tê dîtin ku hem qeyrana Ukraynayê hem jî alozbûna rewşa dawî ya li Tengava Taywanê li ser cîhanê çêkiriye, ne mimkûn e ku wan berevajî bikin, ji ber cudahiya bingehîn di nirx û berjewendiyên stratejîk de rûbirûbûna Federasyona Rûsyayê û "Rojavaya kolektîf" de berfireh e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.