Îtalyayê Puigdemont kire nezaretê

Şemî 25 Îlon 2021 - 02:23

Îtalyayê Carles Puigdemont kire nezaretî. Serokê berê yê herêma xweser a Katalonyayê, parlamenterê Ewrûpayê yê alîgirê serxwebûnê Carles Puigdemont ê ku sirgûnkirî, doj li Îtalyayê hate girtin. 

Parêzerê Puigdemont li ser hesabê xwe yê Twitterê got, ”Serok Puigdemont weke parlamenterê Ewrûpayê çû Sardinyayê, lê rayedarên Îtalyayê ew kirin nezaretê.” Hate ragihandin ku Puigdemont li gorî fermana girtinê ya 14’ê Cotmeha 2019’an li Ewrûpayê, hatiye girtin.

Şefê kabîneyê, Josep Lluis Alay diyar kir ku lîderê Katalan ê 58 salî wê li Dadgeha Temyîzê ya Sassari bê dadgehkirin û ev dadgeh xwediyê wê erkê ye ku dersînor bike yan jî bide berdan.

Serokê nû yê herêma Katalonyayê Pere Aragones li ser Twitterê peyamek weşand, nerazîbûna xwe nîşanî girtina Puigdemont da û ‘ev zilma edlî’ şermezar kir.

Serokê berê yê Katalonyayê Quim Torra got, heger Puigdemont dersînorî Spanyayê bê kirin, ev ê bibe ‘felaket’ û bang li Katalanan kir da ku di asta herî bilind de hestiyar bin.  

ROMA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.