Îtalya ‘The Hand of God’ ji bo Oscarê neqand

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 27 Cotmeh 2021 - 23:11

  • Îtalyayê ji bo xelatên Oscarê îsal filma “The Hand of God” (Destê xwedê) neqand û ev film dê di pêşbirka ji bo xelatên akademiyê Oscarê, îsal Îtalyayê temsîl bike. 

Îtalyayê ji bo xelatên Oscarê îsal filma “The Hand of God” (Destê xwedê) neqand û ev film dê di pêşbirka ji bo xelatên akademiyê Oscarê, îsal Îtalyayê temsîl bike. Xelatên Oscarê her sal li Emerîkayê tên dayîn û ji nav welatên biyanî “filma herî baş ya biyanî” dineqînin û xelatekê didinê. 

Derhênerê filma bi navê “The Hand of God” Paolo Sorrentino ye û film di 24’ê Mijdarê de li Îtalya dikeve vîzyonê. Film li “Festîvala Filman a Venedîkê” jî hatibû nîşandan û ji wir xelata jûrîyê wergirtibû. Her wiha lîstikvan Fillîppo Scottî jî xelata “Lîstikvanê ciwan yê herî baş” wergirtibû. 

Xelatên akademiyê yên Oscarê dê di sala 2022’yan de di 27’ê Adarê de werin dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.