Îstîfa di destê Sadr de ne

În 10 Hezîran 2022 - 22:30

  • Parlamenterên Tevgera Sadrê, daxwaznameyên xwe yên îstîfayê radestî Muqteda El-Sadr kirin. 

Parlamenterên Tevgera Sadrê, daxwaznameyên xwe yên îstîfayê radestî Muqteda El-Sadr kirin. 

Serokê Tevgera Sadr, Muqteda El-Sadr pêr bang li parlamenterên Tevgera Sadr kiribû ku ji wezîfeya parlamenteriyê îstîfa bikin. Sadr got, reforma li welat tenê bi hikûmeta piranîparez pêkan e û got: “Divê parlamenterên Tevgera Sadr daxwaznameyên xwe yên îstîfayê amade bikin û bidin serokatiya parlamenê. Ji ber ku du vebijark hene yan em ê vekeşîn yan jî li muxalefetê bimînin.”

Li gor daxuyaniya ku li ofîsa Muqteda El-Sadr hat dayîn, piştî bangê parlamenterên Tevgera Sadr hemûyan, daxwaznayên îstîfayê radestî Muqteda El-Sadr kirine.

Ev helwêsta Serokê Tevgera Sadr, di demeke wisa de pêk hat ku 8 meh di ser hilbijartinên pêşwext ên parlamena Iraqê re derbas bûne û hêzên siyasî li ser avakirina hikûmetê li hev nekirine.

Di Cotmeha 2021’an de hilbijartinên giştî pêk hatibû. Di hilbijartinan de Sadr bi 73 parlamenteran bi ser ketibû. Lê tevî tevgera Sadrê, Çarçoveya Koordînasyonê ya ku ew jî komeke Şîî ye dixwaze serokwezîr diyar bike.

Sadr tevî hêzên Sunî, bi PDK’ê re tifaqek çêkir û dixwaze parvekirina rola di hikûmetê de bişikîne. Tevgera Sadr ji bo avakirina hikumetê bang li parlamenterên xwe kiribû, nameyên xwe yên îstîfayê bidin. Bi vî awayî ji bo avakirina hikûmetê pêşiya Çarçoveya Koordînasyonê jî vedike.

Muqteda el- Sadr di kanaleke televîzyonê de gotibû, “Heke hebûna bloka Sadrê ji bo avakirina hikumetê astengî be, nûnerên blogê amade ne ji meclîsê îstîfa bikin” û banga îstîfayê li parlamenterên xwe kir.

Hikûmeta pirranîparêz a ku Sadr qala wê dike, ji Sadrê, partiya serokê Sunnî yê parlamenê Muhammed El Halbûsî û PDK’ê pêk tê. Ev her sê partî di meclîsê de ji nav 329 kursiyan, bi giştî xwediyê 155 kursiyan in.

Li hemberî wan jî Çarçoveya Koordînasyonê heye û tifaqa Fetîhê tê de cih digire. Tifaqa Fetîhê wekî vîtrîna siyasî ya Haşdî Şabî ye. 83 parlementerên vê koalîsyonê hene.

Ji ber ku li parlementoyê beşeke zêde kom nebû û konsensusek pêk nehat, ji serê salê heta niha sê caran hilbijartina serokkomariyê nehate kirin. Beriya diyarkirina serokwezîr û avakirina hikûmetê, divê serokkomar were hilbijartin.

Li gorî destûrê mohlet hemû bihurîne. Yek ji senaryoya rizgariya ji vê aloziyê ew e ku parlamen were fesixkirin û dîsa hilbijartin were kirin.

Ji bo vê jî divê parlamenter bi xwe parlamenê fesix bikin.

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.