Israr bikin hûnê wenda bikin
Şemî 11 Çile 2025 - 03:30
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku Rêber APO tercîhên gelê Kurd destnîşan kiriye û got: Eger hûn bi rengekî ji rêzê nêzî vê yekê bibin û bi taktîkên şerê taybet di şer de israr bikin, hûn ê winda bikin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan geşedanên dawî, hevdîtinên bi Rêber APO re, rewşa dawî ya şerê heyî ya li Kurdistanê ji ANF’ê re axivî. Mûrat Karayilan derbarê hevdîtinên bi Rêber APO re hatine kirin nirxand û wiha got:’’Erê, piştî demeke dirêj a tecrîd û îzolasyonê, piştî serdana Omer Ocalan şandeya DEM Partiyê serdana Rêberê me kir. Vê yekê di warê agahdarbûna me ya ji tenduristiya Rêbertî, wergirtina silavên wî û belavbûna peyamên wî yên têkildarî pêvajoyê di çapemeniyê de Partiya me û gelê me pê gelek kêfxweş bûn. Ev ji bo me rewşeke pir girîng e. Em jî vê pêvajoyê bi baldarî dişopînin. Em dibînin ku Rêberê me di vî warî de hewldaneke girîng raber dike.
Tevgera me dilsozê Rêber APO ye
Niha DEM Partî wê bi çend partiyan re rêzehevdîtinekê pêk bîne. Ev xebateke gelek hêja û binirx e. Me wekî Tevger bi awayekî fermî ragihand ku em ê piştgiriyê bidin pêvajoya ku Rêber APO wê pêş bixe. Tevger û Partiya me heta hetayê girêdayî Rêber APO ye û baweriyeke xurt heye. Di vî warî de tu pirsgirêk nîne. Derbarê vê meseleyê de heta niha ji aliyê dewlet û desthilatdariyê ve tu nîşaneyên pêvajoyeke nû nînin. Bersiveke erênî li aliyekî tew kiryarên wan dibin sedema metirsiyên cidî.
Zimanekî provokatîf bikar tînin
Zimanê çapameniya heyî û bi taybetî jî zimanê organên çapemeniyê yên girêdayî AKP’ê weşanê dikin, ne tenê zimanekî jehrî bikar tînin, di heman demê de zimanekî provokatîf e. Helwest û meylek mîna ku hewldanên çareseriyê bêwate dike, tine dike û li cihê çareseriyê şer dixwaze, nîşan dide. Têgînên weke 'serkêşê terorîst, kujerê pitikan' ku hê ji bo Rêbertiya me bi kar tînin, ne tenê zimanê provokasyonê ye; di rastiyê de li hemberî îradeya gelê me bêhurmetiyek tê kirin. Li hemberî mirovekî ku gelê Kurd weke Rêberê xwe qebûl dike û pêbawer dike, pênaseyên bi vî rengî kirin, bêhurmetî û heqareta li îrada gelê Kurd e. Eger Rêber Apo ne weke şexsek, lê rêbertiyeke ku temsîla gelê qedîm dike be, hingî her nêzîkatiya li hember Rêber Apo tê pêşxistin, nêzîkatiyeke li hemberî gelê me ye.
Aştî bi gefan û şer pêk nayê
Eger weke ku dibêjin Tevgera Azadiya Kurdistanê di pêvajoyek zehmet de dijî, an jî mîna ku dibêjin tevgera me bêbandor kirine, wê demê hewcehî bi tiştek wiha nedikir. Di rewşek wiha de wê neçûbana deriyê Rêber APO nexistibana. Ji bo vê jî tê xwestin ku rê li ber hin pêşketinan veke, lê uslûb, ziman û nêzîkatiya ku tê raberkirin berovajî ye. Li ku derê hatiye dîtin ku aştî bi şer û gefan pêk tê? Beriya her tiştî divê rayedarên Tirk vê yekê zanibin: Pirsgirêka gelê Kurd a baweriyê ya li hember dewleta Tirk heye. Ewil pêdivî bi tedbîrên xurtkirina baweriyê heye. Tecrîda li ser Rêber APO hê ranebûye, êrîşên li qada leşkerî dewam dikin, bi rojane êrîşên hewayî dewam dikin, zext û girtinên li hemberî gelê me dewam dikin. Li Rojava rewşeke şer heye û ev helwest bi israr tê dewamkirin.
‘Personelên şerê taybet’ biçin Geliyê Zapê
Li aliyê din jî dibêjin ku em weke tevger lawaz bûne û hêza me ya leşkerî êdî hema bibêje bi dawî bûye. Tew herî dawiyê Tayyîp Erdogan jî wezîrê wî yê karên derve jî digotin; ‘’Kêm wextê rêxistinê maye, wê di demeke nêz de dawî lê were û ji holê rabin.’’ Lê belê rastî ne wisa ye û tam berovajî vê gotinê ye. Rewşa herî sosret jî ew e ku; ev çar sal in li Herêmên Parastinê yên Medyayê, yanî li ser xakên Başûrê Kurdistanê bi piştevaniya NATO’yê, PDK’ê û dewleta Iraqê projeyeke dagirkirinê heye. Armanca vê projeyê ew bû ku di nava 2-3 mehan de dawiya me bînin û jiholêrakirina Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Bi hemû hêza xwe bi bikaranîna teknîkan, bikaranîna çekên qedexekirî, bikaranîna notirvan, ew çeteyên li Sûriyeyê, hêzên PDK’ê û dewleta Iraqê xwestin li Zap û Metînayê hemberî gerîlayan encamekê bi dest bixin. Baş e kîjan encam derket holê; çi bi dest xistin? Li aliyê başûr, bi alikariya PDK’ê, qaşo xwestin li ser rêyê kilîdê temam bikin; nekarîn wê jî bikin, di daxuyaniyên xwe de gotin ku ‘kilîd hate girtin.’ Ev yek ne rast in. Ev hewlên xapandina civakê ne. Madem hûn tiştên berovajî van yekan îdîa dikin; wê demê personelên şerê taybet ên ku hûn weke rojnamevan dibin li her cihî, bînin Ava Zapê jî. Nikarin bînin. Ji ber ku ew der ne di bin kontrola artêşa Tirk de ne.
Em li Anatoliya Navîn û Derya Navîn in
Niha em xwedî wê hêzê ne ku di aliyê teknolojî de hemû hedefên dewleta Tirk ên li tevahiya Bakurê Kurdistanê û heta hin beşên Anatoliya Navîn û Deryaya Navîn jî di nav de derbe bikin. Eger heta niha me ev yek nekiribe, sedemên vê hene, lê heke hewce bike em ê bikin. Em xwedî wê astê ne ku li gelek navendên girîng ên aborî û leşkerî bixin. Derfetên wê yên teknîkî di destê me de ne. Ji ber vê yekê, nabe bi ti awayî qala rewşeke lewazbûyî bê kirin. Em propagandaya ziwa nakin. Li gorî daneyên şênber em vê yekê tînin ziman. Eger mîna ku tê îdîakirin hêza me lewaz bûye, ji xwe heta niha li vir jiyan ne pêkan bû.
We çima heta niha nekir?
Tayyîp Erdogan dibêje, ‘An wê çekê xwe danin an jî wê tevî çekên xwe binax bibin.’ Başe wê demê ma qey wê pirsa ‘eger hêza we heye ku hûn wan tevî çekên wan binax bikin, çima heta niha we nekir’ nepirsin? Di serî de Recep Tayyîp Erdogan divê gelek bawerî nede raporên fîşal ên jê re tên ragihandin û divê bizanibe ku, em komeke ji mirovên bi şeref û birûmet in ku ji bo doza ku em jê bawer dikin, dikarin bê dudilî her fedekariyê bikin. Em weke Apo’yiyan ti carî serî li ber ti gefekê netewînin û em ê ti carî serî netewînin. Binêrin, li çavê her kesê/î dinêre û dibêje, ‘me çawa we di xendekan de binax kir, niha jî em ê we wisa binax bikin.’ Di vir de bi awayekî zelal helwesta hembêzkirina hovîtiya li Cizîrê û zilma herî mezin a dîrokê heye. Li wan jêrzemînan, bi ser mirovên birîndar de benzîn rijandin û bi awayekî saxî şewitandin. Li ti cihî me nebihîst ku benzîn tê rijandin û mirov bi saxî tên şewitandin. Lê belê vana ev yek kirin.
Vebijêrkên PKK’ê gelek in!
Diyar e, gelê Kurd bi pêşketina ku di salên dawî de bi dest xist û asta ku di asta neteweyî û navneteweyî de wergirtiye, wê di jinûve dîzaynkirina herêmê de teqez hebe. Dewleta Tirk ji vê yekê gelekî bi fikar e. Sedema bingehîn a tirsê ev e, lê di vê mijarê de eksana din dixwaze li ser Rêber APO vê pêvajoyê bipêş bixe. Rêbertî dixwaze li ser bingeha wekhevî û yekîtiya gelên Kurd û Tirk pêvajoyeke çareseriyê bi pêş bixe. Bêguman weke PKK'ê di vê demê de gelek vebijêrkên me hene. Li pêşiya me vebijêrkên pir mezintirîn hene. Di rastiyê de dewleta Tirk vê dizane, lê ji raya giştî vedişêre. Ji ber ku vê dizanin pêdivî dîtin ku tecrîd û îzolasyona ku ev çar sal in li Îmraliyê bê navber didomîne, hinek sivik bikin.
Tu hêz nikare QSD’ê têk bibe
QSD hêzêkê ku tecrûbeya wê heye û li hemberî DAÎŞ'ê têkoşînekê bêhempa meşandiye ye. Ji ber vê jî hêzêkê ku ispatkiriye ye. Di rewşa heyî de li Sûriyeyê tu hêz xwedî kapasîteyê ku QSD'ê têk bibe nîne. Di vê meha dawî de pevçûnên ku li Qaraqozax, Tişrîn û Derhafirê tên jiyandin vê rewşê derxist holê. Di esasê xwe de li wir dewleta Tirk şer dike. Qaşo wek şerê wekaletê dimeşe, lê bixwe di nav de ne. Yê ku rêvedibe, plan dike bixwe ne. Lê belê serneketin. Hîn jî di herêmê de hekimiyeta QSD'ê heye. Di vê pêvajoyê de çand nûçeyên weke ku ew herêm ji destê QSD'ê hatiye girtin û SMO li wir bicih kirine hat weşandin? Gelek nûçe çêkirin: xwestin têgihîştina mirovan biguherînin.
Rêber APO tercîha Kurdan danî holê
Hewlên Rêber APO û çarcoveya çareseriyê ya pêşxistî gelekî girîng in. Wê ev yek hem ji bo gelên Tirkiyeyê û hem jî ji bo gelên herêmê pir baş be û terzê çareseriyê yê herî rast e. Divê ev yek bi vî rengî were nirxandin. Tevî van rastiyan, nêzikatiyeke berovajî wê bibe sedema windakirina wan. Yanî di vê pêvajoyê de ne tenê gelê Kurd hewcehiya gelên Tirkiyeyê û dewleta Tirk jî bi çareseriyê heye. Rêber APO tercîha gelê Kurd danî hole, lê belê ger hûn guh nedin vê yekê, biçûk bibînin û bi xapandin û taktîkên şerê taybet di şer de israr bikin, hûn ê winda bikin.’’
ANF/BEHDÎNAN