Israîl berê xwe dide Refahê

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 7 Gulan 2024 - 00:45

Hat ragihandin ku arteşa Îsraîle bi çarçoveya operasyona li başûrê Xezayê hinek taxên li bajarê Refahê dest bi valakirinê kiriye.

Di televîzyona dewletê û Radyoya Artêşê ya Îsraîlê de hat ragihandin ku Îsraîl dest bi valakirina bajarê Refahê yê li başûrê Zîvala Xezayê kir ku plana operasyona bejahî lê heye. Li gorî nûçeya Reutersê ya daye de artêşa Îsraîlê ‘berfirehiya bi sînor’ a ku perçeyek ji operasyonê ye dê li Refahê tehliye bê kirin.

Ji bo tehliyekirinê dê wext neyê diyarkirin

Li gorî daxuyaniya artêşê ji bo tehliyeya Refahê wextek daye diyarkirin û dê nirxandinek operasyon were kirin. Artêşê diyar kir ku di çarçoveya tehliyeyê de li gorî texmînî wê ji bajêr 100 hezar kes were tehliyekirin.

Di nûçeya Reutersê de ku li gorî Radyoya Artêşa Îsraîlê radigîhîne hat diyarkirin hêzên çekdar ên Îsraîlê li bajarê Refahê dest bi derxistina sivîlên Filîstînî kirine. Di daxuyaniya artêşê de hat gotin ku afîş, peyamên nivîskî, telefon û daxuyaniyên çapemeniyê dê "ji bo ku sivîl gav bi gav ber bi hin deveran veguhezînin" werin bikaranîn.

Tax têne valakirin

Li gorî nîçeyên televîzyona dewletê ya Îsraîlê KAN’ê; Artêşa Îsraîlê dest bi valakirina gelek taxên li nêzî sînorê Îsraîlê yên li rojhilatê Refahê kir, ku ji ber êrîşên Îsraîlê bi sed hezaran welatiyên Xezayê xwe spartibûn. Di nûçeya rojnameya The Times of Israelê hat destnîşankirin ku artêşê bang li Filistîniyên li taxên li rojhilatê sînorê Refahê dijîn kir ku "biçin herêmên mirovî" yên li El Mevasî û Xan Yûnisê.

Êrîşa hewayî

Beriya ku tehliyeya li Refahê di çapemeniyê de bê ragihandin, artêşa Îsraîlê li başûrê Refahê êrîşên hewayî pêk anî. Di êrîşan de di nav de pidên û zarok jî hene herî kêm 6 Filistînî jiyana xwe ji dest dan. Hat diyaririn ku cenazeyên 6 Filistînî û gelek birîndaran rakirine nexweşxaneya Ebu Yusuf en-Neccar a ku dikeve aliyê başûrê Refahê.

NÛJINHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.