Îro li Rojhilat greva giştî heye

Pêncşem 24 Mijdar 2022 - 03:38

PJAK'ê bal bire ser êrişên hêzên dewleta Îranê yên li dijî serhildana gel, bi taybetî jî yên li Rojhilatê Kurdistanê û bang li hêz û aliyên Îranî hemûyan kir da ku xwedî li serhildanê derkevin.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser dijwarbûna êrişên dewleta Îranê yên li dijî serhildana gelan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê peyamek da. 

PJAK’ê got, serhildana ‘Jin jiyan azadî’ karî bibe raperîna herî mezin a Kurdistan û Îranê, gelên Îranê li dora xwe kom kirine.

PJAK'ê got, dewleta Îranê ji bo tolê ji gelê Kurd ê pêşengê raperînê hilîne, çend rojên bihurî ji bo serkutkirinê dest bi êrişên dijwar û qetilkirina xelkê kiriye û got, "Dewleta Îranê êrişên hovane kirin û di nava hefteya bihurî de zêdetir 50 ciwanan şehîd kirin, dest bi pîlanên komkujiyên nû dike. Ji bo gelê Kurd van pîlanan têk bibe, pêwîstî bi piştevaniyeke xurtir a gelan, rêxistin, sendîka û partiyên seranserî Îranê heye."

 

Îro grev heye

PJAK'Ê êrişên hêzên dewleta Îranê şermezar kir û got, "Em bang li gelan, sazî, dezgeh, sendîka, tevger, partî û her cûre tevgerên nav û derveyî Îranê dikin da ku ji armanca piştgirkirina gelê Kurd parastina destketiyên serhildana ‘Jin jiyan azadî’ roja pêncşemê (îro) dest bi grevê bikin û nerazîbûna xwe nîşan bidin."

 

Piştevaniya şoreşa Kurdistanê bikin

PJAK'ê got, "Ti şik û guman di wê yekê de nîne ku heger hemû sazî, dezgeh, saziyên civaka sivîl, hêzên azadîxwaz û demokrasiyê yên navxwe û derveyî Îranê rabin, wê bibe sedem ku serhildan xurtir bibe. Divê pîr û ciwan heta karker, mamoste, rewşenbîr û beşên civakê hemûyan bi piştevaniya jinan û tevgerên azadîxwaz biherikin kolanan û piştevaniya Şoreşa Kurdistanê bikin. Greva giştî ya her beşê û her pêkhateyê, palpiştî û yekrêziya seranserî, bi şêwazeke berbiçav wê serhildana gelan xurtir bike. Banga me ji bo aliyên muxalefetê yên Kurdî û Îranî ye da ku bi erkê xwe yê mirovî, exlaqî û siyasî rabin, li gel komên nerazî helwêsta xwe nîşan bidin û li ber hêzên rejîma rabin, bibin stûnek da ku serhildan pişta xwe lê bigire."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.