Iraqeke xwe li ber Tirkiyeyê bigire
Çarşem 28 Îlon 2022 - 01:50
Parlamenterê berê yê Iraqê Elî Fetlawî got, pêwistiya Iraqê bi hikûmeteke bihêz heye ya ku bikare serweriya dewletê biparêze û li hemberî destwerdan û bombebarana Tirkiyeyê raweste.
Elî Fetlawî ji ajansa Rojnewsê re got, “Pêwîstiya Iraqê bi hikûmeteke bihez heye, da ku bombebaranên Tirkiyeyê yên li ser bakurê Iraqê rawestîne. Tirkiye sûdê ji lawaziya Bexdayê digire, da ku bikeve nava xaka bakurê Iraqê.
Dagirkeriyê bi Emerîkayê dest pê kir. Hebûna Emerîka û Tirkiyeyê ya li Iraqê yek e. Divê li hemberî derkevîn. Her çiqas, hikûmet xwe jê dûr bigire, Tirkiye zêdetir nêzî kontrolkirina Iraqê dibe. Rewşa ewlehiya hundirîn a Iraqê li hemberî binpêkirinên Tirkiyeyê lawaz e. Tevgera Emerîka û Tirkiyeyê li nava Iraqê, rêxistinkirî ye. Ev jî ji bo kontrolkirinê nîşaneyek e.”
Elî Fetlawî bal bire ser êrişên dewleta Tirk û Îranê yên li dijî Baûşûrê Kurdistanê jî û got, ev êriş dewam dikin û welatiyan dikujin.
ROJNEWS/BEXDA