Iraq tevahiya welatiyên xwe ji Holê dibe

Duşem 7 Mijdar 2022 - 00:42

Desteya Wezîran a Iraqê ragihand ku wê biryar daye, welatiyên Iraqî yên li Wargeha Holê ya li Rojavayê Kurdistanê hemûyan vegerîne û ji bo vê yekê gelek wezaret hatine erkdar kirin.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokayetiya Desteya Wezîran a Iraqê di civînekê de dosyeya koçberên Iraqî yên li Wargeha Holê ya li Rojavayê Kurdistanê nîqaş kiriye.

Di civînê de Wezîrê Koçê û Koçberan, Wezîrê Karên Hundir, Asayîşa Niştîmanî, şêwirmend, Berpirsê Dezgeha Asayîşa Niştimanî, Cihgirê Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, Nûnerê Rêxistina UNICEF cih girtin.

Civîn li ser niştecihkirina koçberan û çareserkirina pirsgirêka koçberan hat rawestandin. Ji bo vegerandina koçberên Iraqî bernameyek hate diyarkirin.

Derbarê bernameyê de Serokwezîrê Iraqê ji bo mijara koçberan û Wargeha Holê aliyên peywendîdar erkdar kirine û ferman daye ku ji bo çareseriya pirsgirêkê bi lez û bez erkên xwe yên li ser mijarê bi cih bînin.

Hêjayî gotinê ye ku li gorî daxuyaniya Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihandî heta niha 3 hezar û 90 welatiyên Iraqî piştî proseyên ewlehiyê ji Wargeha Holê ya li Rojavayê Kurdistanê vegerandine Iraqê.

Wargeha Holê dikeve başûrê bajarokê Holê yê parêzgeha Hesekê ya li Rojavayê Kurdistanê û di bin Rêveberiya Xweser û Hêzên Suriya Demokratîk (QSD) de tê parastin û kontrolkirin.

Di nava kampa Holê de malbat û kesukarên çeteyên DAIŞ’ê tên ragirtin. Li gorî bilançoyan, di nava wargehê de zêdetirî 71 hezar kesî hene ku pirraniya wan xelkê Iraqê ne. Ev wargeh ji bo êrişên çeteyên DAIŞ’ê metirsiyek mezin e. Lewma di vê çerçoveyê de bi fermî ji welatan hatiye xwestin ku welatiyên xwe vegerînin welatê xwe.

ROJNEWS / BEXDA 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.