Iraq sînoran ji kê diparêze! 

Sêşem 17 Çile 2023 - 00:55

  • Hikûmeta Sûdanî dest bi avakirina nuqteyên kontrolê yên li ser sînor kir. Gelo ew ê sînor li dijî dewleta Tirk û Îranê biparêzin yan ew ê êrişî Kurdan bikin? Ev pirs bê bersiv e. 

Di 22’ê Kanûna sala 2022’yan de Fermandarê Hêzên Parastina Sînor ên Iraqê Mihemed Ebdulwehab di daxuyaniya çapemeniyê de ragihandibû ku Hêzên Parastina Sînor wê li ser sînorên Tirkiye û Îranê, li Herêma Kurdistanê 200 xalên nû yên leşkerî ava bikin û 3 hezar kesên din ji bo parastina sînor kar bikin.

 

Bircên çavdêriyê tên danîn

Piştî ku hikûmeta Iraqê ya federal a nû ya bi rêveberiya Sûdanî dest bi wezîfeyê kir, dabû zanîn ku ew ê di meseleya parastina sînorên Iraqê de hin gavan biavêje. Avakirina nuqte û bircên kontrolê yên li ser sînor yek ji van gavan e.   

Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Tehsîn Xefacî derbarê li ser sînor danîna xalên kontrolê de ji Rojnews’ê re axivî û eşkere kir ku li ser xala sifir a sînorên navbera Iraq-Tirkiye û Iraq-Îranê wan dest bi çêkirina xalên kontrolê û bircên çavdêriyê kiriye.

Tehsîn Xefacî got, bi armanca dawî anîna binpêkirinên li ser xaka Iraqê, li ser dosyeya sînor ew xebatê dikin, û got; “Di nava vê demê de xebatên li ser kontrolkirina sînorên Iraqê li gel Îran û Tirkiyeyê dewam dikin. Ev yek jî piştî fermana Serokwezîrê welatê me ye ku hêzên xwe li ser xeta sifir a li ser sînorê Iraq-Tirkiyeyê bi cih bikin da ku pêşî li êriş û binpêkirinan bigirin.”

 

Hevahengiya bi pêşmergeyan re

Tehsîn Xefacî her wiha da zanîn ku bi civîna hevbeş ya navbera her du aliyên Wezîrê Navxweyî yê Iraqê û Herêma Kurdistanê de, niha ji bo kontrolkirina sînorên Iraq-Tirkiyeyê, hemahengiyek li gel pêşmergeyan heye.

 

Gelo li ser sînor PDK bicîh dibe?

Hêjayî gotinê ye, pêşmergeyên ku rayedarê artêşa Iraqê qala wan dike ku wê li ser sînorê Tirkiyê bi cih bibin, pêşmergeyên PDK’ê ne.

Di daxuyaniyên dawî yên ku HPG’ê derbarê şerê li herêma Zapê de dabû, hatibû gotin, li hin deverên artêşa Tirk a dagirker jê vekişiyaye, pêşmergeyên PDK’ê bi cih bûne.

Ev yek weke xeterekê hatibû destnîşan kirin û di mijara bicihbûna li ser sînorê Iraq û Tirkiyê de, dike ku raya giştî hin pirsan bike. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.