Iraq li ser sînorê xwe bi cih dibe
În 10 Adar 2023 - 01:58
Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Lîwa Tehsîn Xefacî got, wan li ser xeta sifir a sînorê li gel Tirkiye û Îranê dest bi bicihkirina hêzên Iraqê kiriye. Xefacî her wiha got, ew ê li ser xeta sînorên li gel Tirkiyeyê xalên çavdêriyê ava bikin. Xefacî diyarkir ku ew ê li ser sînorê navbera Iraq û Îranê de jî dest bi lêkirina dîwar bikin.
Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Lîwa Tehsîn Xefacî ji Rojnews re got, “Wezareta Navxwe ya Iraqê, Fermandariya Operasyonên Hevbeş, Wezareta Parastinê û serok erkanê Pêşmerge bi hemahengî û hevbeşî ji bo kontrolkirina sînoran dixebitin.”
Xefacî da zanîn ku wan li ser xeta sifir a sînorê li gel Tirkiye û Îranê dest bi bicihkirina hêzên xwe kiriye û hikûmeta Iraqê jî ji bo zêdekirina hejmara hêzên parastina sînor di nava hewildanan de ye.
Xalên çavdêriyê û dîwaran datînin
Xefacî eşkere kir ku wan li ser xeta sînor a di navbera Iraq û Tirkiyeyê de dest bi avakirina xalên çavdêriyê kiriye û ew ê li ser sînorê navbera Iraq û Îranê de jî dest bi lêkirina dîwarek bilind bikin.
Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Lîwa Tehsîn Xefacî diyarkir ku ew ê li ser sînor sîstema çavdêriyê bicih bikin û bi rêya wê sîstemê xeta sînor bixin di jêr çavdêriyê de.
Hêjayî bibîrxistinê ye hejmara hêzên parastina sînor ên Iraqê 50 hezare, ji vana zêdetirî 9 hezar kesan li sînorên Herêma Kurdistanê hatine bicihkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN