Îranê 4 Kurd girtin
Duşem 13 Gulan 2024 - 00:20
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand, hêzên rejîma Îranê bi çarçoveya pêla girtin û destgîrkirina çalakvan û welatiyên Kurd ên tevlî Newroza îsal bûne, 4 welatiyên din ên Kurd li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê girtin.
Li gor nûçeya Tora Mafên Mirov a Kurdistanê, bi çarçoveya pêngava girtina çalakvan û welatiyên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejîma Îranê li bajarê Şino, Sayîn Qela yên ser bi parêzgeha Urmiye 4 welatiyên Kurd ên bi navên Luqman Hacî Xuş, Salar Beygî, Elî Şîrî û Nasir Muradî destgîr kirin.
Li gor heman nûçeyê, ji destpêka meha Gulanê ve hejmara welatî û çalakvanên ku ji aliyê hêzên Îranê ve li Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin û destgîrkirin, bûne 32.
Hat gotin sedemê girtin û binçavkirina welatiyên Kurd ji ber tevlîbûna merasîmên Newroza îsal pêk tê.
NAVENDA NÛÇEYAN