Îran dijminahiya jinê dike

Sêşem 14 Adar 2023 - 00:02

Koordînasyona KJK'ê têkildarî jehrdayîna xwendekarên keç ên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê de îşaret bi van xisûsan hate kirin: "Dewleta Îranê polîtîkayên xwe yên civakî ku li ser bingeha dijminatiya li gelan û jinan ava kiriye, di vê demê de bi rengekî zalimane bi cih tîne. Ev pêkanîn bi serhildanên dawî re gelekî zêde bûne. Mînak; cezayê darvekirinê niha li Îranê bûye kiryareke ji rêzê ya rojane. Li gel vê yekê gelek pêkanînên din jî li hemberî jin û gelan têne kirin. Kengî serhildanek yan jî raperînek pêk were, Îran vê yekê bi hêzên derve ve girê dide. Halbûkî sedema bingehîn a serhildanên li Îranê polîtîkayên wê bi xwe ne. 

Li zanîngehên li Îranê û Kurdistanê gaza bi jehr dane bi hezaran keçên ciwan û herî kêm 4 keçên ciwan jiyana xwe ji dest dane. Bi hezaran xwendekarên jin ji ber gazê bi jehrî ketin û ew rakirin nexweşxaneyan. Dewletê bersiva mamosteyên zanîngehê yên ku dixwestin ev rewş derkeve holê, bi girtin, jikaravêtin û birrîna mûçeyên wan da. Ji vê rewşê tê fêmkirin ku her çend dewleta Îranê xwe ji van bûyeran cuda nîşan dide û qaşo li sûcdaran digere jî, tenê dewlet dikare van êrişan bi vî rengî organîze bike.

 

Dixwazin peyamê bidin jinan

Peyamên ku tê xwestin di şexsê jinên ciwan de ji civakê re bên dayîn hene. Di eslê xwe de li Îranê baweriyên cuda, gel, Kurd, Belûç tên tehdîtkirin, hewl tê dayîn bên bêdengkirin, hewl tê dayîn sîstemeke netewe ya yekreng bê afirandin û polîtîkayên civakî yên faşîst ên heyî ferz bikin. Ji ber vê yekê jinên ciwan tên jehrkirin, tên darvekirin, bi hezaran kes tên girtin û êşkence li wan tê kirin.

 

Êdî gel zilmê qebûl nakin

Jehrîkirina bi gazê li cihên ku jinên ciwan li zanîngehan dixwînin û girtina mamosteyên ku van bûyeran protesto dikin qet nayê qebûlkirin. Divê dewleta Îranê dev ji van polîtîkayên dijminatiyê yên li hemberî jinên ciwan berde. Dewlet; divê li hemberî jin û gelan bi awayekî wekhev nêz bibe û cudakariyê neke. Jin, gel û baweriyên cuda wê êdî cudakarî, newekhevî, zext û êşkenceyê qebûl nekin. Kurdistan, Rojhilata Navîn, tevgerên jinan ên li cîhanê têdikoşin, hêzên demokrasî û azadiyê ti carî vê qebûl nakin. Divê jin, gelê me di nava xwe de bi rêxistin bibe û xwe biparêze. Bi vê wesîleyê em careke din diyar dikin ku em weke tevgerên jinên Kurd li kêleka jin û gelên Îranê û gelên Kurdistan û Belûcistanê ne.

BEHDÎNAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.