Întegrasyona Ermenîyan di nav Azerîyan de

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 14 Adar 2023 - 00:54

Di dema qeyranê de, meylên demdirêj di çavên gel de bi gelemperî bi paş ve diçin, tevî vê yekê, ew rê li ber guhertinên tektonîkî (avahî) di nîzama cîhanê de digirin. Hêviyên ku ji derve bi xurtkirina "xweseriya xwe ya stratejîk" ve girê dabûn, di vegera hevgirtina transatlantîk de cihê daxê ne.

Rastiya nû ya jeopolîtîk li Kafkasyaya Başûr hewce dike ku ji nû ve li ser pirsa ka Ermenî û Azerî dikarin tê de li hev bikin yan na vedike. Heger Bakû û Êrîvan xalên têkilî û pêwendiyan nebînin, wê demê metirsiya şerekî nû dê bipêşketina herêmê asteng bike. Îmzekirina peymana aştiyê ya di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de, ku prensîbên asayîkirina têkiliyên dualî diyar bike, mifteya vegerandina veguhestinê li herêmê, avakirina têkiliyên mirovî û karsaziyê wê veke.

Pirsgirêka giran a ku pêşî li destpêkirina diyaloga di navbera Ermenî û Azeriyan de digire, ne diyariya sînoran e. Piştî ku di 9’ê Mijdara 2020’an de agirbesta sê alî hat îmzekirin, Azeriyan dest bi rêzgirtinê kirin. Êrîvan tercîh dike ku lez neke, lê nezelaliya li ser sînoran bûye hincet ji bo zêdegaviyên nû. Bûyerên çekdarî yên carinan diqewimin, di avakirina baweriyê de di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de nabin alîkar.

Lihevhatinek di Adara 2022’yan de çêbû, dema ku Azerbaycanê ji bo normalkirina têkiliyan pênc prensîb dan pêş û Ermenistanê bi awayekî neçaverêkirî ew qebûl kirin. Pêkanîna Êrîvanê dibe ku ji ber wê yekê be ku ji bo her tiştî xwe dispêre piştgiriya Moskovê; ev dijwartir dibe. Xirabûna rewşa aborî ya Rûsyayê ji ber operasyona taybet a li Ukraynayê û bandora nerênî ya cezayên rojavayî li aboriya Ermenîstanê jî xist. Rêya derketina ji xitimandinê dibe ku cûrbecûrkirina têkiliyên bazirganî û aborî bi cîranan re, di nav wan de Azerbaycan û Tirkiye, nemaze danîna peywendiyan bi van welatan re, soza beşdariya Êrîvanê di projeyên binesaziyê de û bidawîkirina îzolasyona veguhestinê ya gelek salan dide.

Pirsgirêka cidî ya ku rê li ber destpêkirina diyalogê nade Bakû û Êrîvanê, şaşfêmkirina civakên wan a ji hev e. Piştî şerên Qerebaxê di navbera gelan de çolek çêbû. Zehmet e ku tenê bi rêbazên siyasî û dîplomatîk, bêyî hewldanên ji nû ve vegerandina têkiliya çandî bi ser bikeve.

Di vê navberê de, avakirina têkiliyên civakî-çandî, mirovî dikare alîkariya welatan bike da ku di çareserkirina pirsgirêkên siyasî û pirsgirêkên ewlehiyê de bi pêş ve biçin. Çand, projeyên perwerdehiyê, derman, tûrîzm - ev hemû jî amûrên hêza nerm lez dikin da ku pêwendiya pêbawer di navbera Ermenî û Azeriyan de were saz kirin. Lêbelê ji pêkanîna van xalan hemûyan re dem û sebir lazim e. Merceke girîng: Redkirina berteka hevdu ya berdewam û referansên rabihuriya dîrokî ya dijwar, rewşê ber bi qeyranekê ve wê bibe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.