Înce xwe lewitand

Rêdûr DÎJLE nivîsand —

Duşem 14 Hezîran 2021 - 03:45

Di dema hilbijartinên 2018’an de me gişan bi van çavan dît û me bi van guhan bihîst, Muharrem Ince ji bo Kurdî digot “heq e”. Ji ber gotin û helwêstên wî yên bi vî rengî, gelek kesan digot, “Helal be, ancax dînekî werê ji heq Erdogan derkeve.” Ji lew re Înce, tiştekî pirr hesas ji xwe re kiribû mertal; zanist, heqanet, edalet… Kozika xwe li paş wan vedabû û baş zanibû dê parîkek nên jê bixwe. Nebû.

Lê Serokê Memleket Partîsiyê Înceyê “min û te”, ji kula re bi xwe jî bi salan mamostetî kiriye, wê rojê di kanaleke televîzyonê de xwe lewitand. Xwe edim kir. Wekî tiştekî pîroz be, dest li kitêba bav û kalên xwe yên înkarok xist. Ji bo çend rayan, bû şirîkê sûcê “ata”yên xwe yên kulliyen heramzade û ket ber gunehên zarokên vî welatî. 

Înceyê ku hindik mabû bibe serokkomarê Tirkiyeyê û hindik mabû bîst salên din jî hewante ji umrê me biçûna, di vî warî de heft pehîn li dewsa Erdoğan xistin. Xwest Kurdî bêqîmet bike û edim bike. Tû kir gotinên xwe yên derheqê “zanist, heqanet û edaletê” de û ji bo Kurdî got, “Heger li gorî pedagojiyê be, nexwe li gor pergala dewleta yekgirtî ye jî. Lê ne li gor pedagojiyê ye.” Yanî xwest bibêje, Kurdî di warê hîsî, zîhnî û civakî de xisar e ji bo zarokan.

Piştî van gotinan, kesên ku digotin “Ancax dînekî werê dikare ji heq Erdogan derkeve”, wekî ku beroşek ava kelandî bi canê wan de hatibe xwar, gotin “Welê wekî çemekî mezin em boş bûne, em difûrin, lê heyf û mixabin, em her bi ser erdên dihm û bejî de herikîne û heder bûne!”*

A rast, tişta ku Ince kir, pirr eyan e. Careke din eşkerekirin û tezekirina “dilsoziya” xwe ya ji bo rêça “ata”yên xwe û derdora vê rêçê ye. Ma ne bav û kalên wî jî, hebûna netewe û civatên xwedî reng û dengên cuda xistibûn ber çerxa “nehesibandin”ê. Nexasim jî ya Kurdan. Bi vî awayî îsbatkirina “hebûniyê” li reng û dengên ne ji xwe ferz kiribûn. 

A ku Înce jî kir, li ser heman esasî, lê bi versiyoneke din, ferzkirina “xweîsbatkirina hebûniyê” ye. Lê em baş dizanin ku exlaq, etîk, heq û edalet îşaret bi vê dikin ku li neteweyekê ferzkirina “îsbatkirina hebûniyê” alçaxiya li ser alçaxiyê ye. 

Helbet, em ê nekevin nav vê “tora alçaxiyê” û ranebin xwe, zimanê xwe û hêla wê ya pedagojîk ji bo vê feraseta kambax îsbat nekin. Jixwe, derdekî me yê xweîsbatkirinê jî tine ye.

Lê çi bi rihetî û çi bi qewetî cebrî, em dizanin roja dehan be jî, dê bersiva van pirsan bibe guhar û têkeve guhê Ince û yên wekî wî ku sabûnê di ser sûcdar û heqîqetê didin: 
“Em Kurd, bi rastî jî bisiûd in. Çiku zimanekî me heye, zimanekî me yê ku hê jî gava em bixwazin pê tiştekî binivîsin û pê biaxivin. Lê heger îro ro gelek ji me rabin Kurdî red bikin û pirraniya gelê me nikaribe bi Kurdî bixwîne, nexwe sûcdar kî ye? Ne ji vê felsefeyê, lê yê ku em ji vî zimanê mehrûm kir û dike kî ye?”**

*Risteyek Nef’i ye. Li gor mijara nivîsê hin qertafên peyvên wê hatine guherandin: Öyle büyük bir ırmak gibi coşmuş, köpürmüşüz ama, ne yazık ki, hep çorak yerde akıp heder olmuşuz!

**Gotina Eliezher Ben-Yehûda ye ku ji bo zimanê Îbranî gotiye. Di vê nivîsê de adapteyi Kurdî hatiye kirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.