Imralî ji serî de projeyeke taybet e

Pêncşem 15 Sibat 2024 - 00:52

Parêzer Haşîm Togurlu û Cemal Demîr destnîşan kirin ku tecrîda li Imraliyê ti têkiliya xwe bi hiqûqê re nîne. Dewleta Tirk di serî de qanûnên xwe û qanûnên navnetewî binpê dike.

Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Şirnexê Haşim Togurlu bi bîr xist ku ÎHD’ê bi çarçoweya raporên CPT’yê serî li Wezareta Dadê daye û ev serlêdan bi mebesta rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan e.

Togurlu bi bîr xist li gel ‘’rêgeza wekhev’’ a Destûra Bingehîn a Tirk jî li Girava Imraliyê ku Rêber Abdullah Ocalan lê rehîn tê girtin ev rêgez nayê bicihanîn, tê binpêkirin, bi bîr xist ku sala 2011’an bi vê çarçoweyê wan serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dane lê DMME hê li wan venegeriyaye û berpirsyariya xwe bi cih neanîye.

Parêzer Togurlu tecrîda li derî sînorên hiqûqê wekî helwesteke siyasî ya dewleta Tirk destnîşan kir û got tecrîd nîşan dide ku dewleta Tirk ber bi çareseriya siyasî ya pirsa Kurd ve nayê.Togurlu bi berdewamî got wekî ku dewleta Tirk tercîha xwe li ser tecrîdê daye divê hemû beşên civakî bi berpirsyarî rabin û li dijî vê nehiqûqiya heyî dengê xwe rakin heta ku dewletê bikişînin ser hiqûqê.

Divê civak bi berpirsyarî rabe

Togurlu yê ku ji MA’yê, Omer Akin re axivî, got,’’Ji bo ku jiholêrakirina van kirinan, ji bo ku  Komara Tirkiyeyê guh bide qanûnên xwe, divê her kes serlêdanên pêwîst bike. Me ÎHD’ê ji bo dawî li van binpêkirinên mafan bê serî li Wezareta Dadê da. Lê me heta niha tu encam negirtiye.’’

Polîtîkayên milîtarîst didomînin

Hevserokê IHD’ê ya Şaxa Şirnexê Togurlu destnîşan kir muxatabê çareseriyê Ocalan e û got,’’Rakirina vê tecrîdê wê bi xwe re serkeftineke cidî bîne. Me di demên berê de dît ku destpêkirina pêvajoyeke nû ya wekî pêvajoya çareseriyê, wê hem di aliyê derûnî û hem jî di aliyê aborî de di nava civakê de aramiyeke cidî bi xwe re bîne. Li pêşiya me pratîkeke wekî pêvajoya çareseriyê heye, lê hê jî di polîtîkayên mîlîtarîst de israrê dikin. Her rkes dizane bi vî awayî wê encameke bi başî bi dest nekeve."

Çareseriya mîna Mandela dibe

Togûrlû bi domdarî got li cîhanê gelek mînakên çareseriyê yên mîna pirsa Kurd hene, çareseriyên wan jî dişibin hev û got,’’Li Efrîqaya Başûr mînaka Nelson Mandela heye. Azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan jî wekî ya Nelson Mandela wê rê li ber aştiya civakî veke. Azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan wê bibe sedem ku pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bi tevahî çareser bibe û di nava civakeke demokratîk de pêş bikeve."

Komlo û tecrîd ji hev ne qut in

Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Parêzer Cemal Demîr jî ku ji MA’yê rojnamevan Hakan Yalçin re axivî têkilî di navbeyna tecrîd û komployê de danî û got,’’Tecrîd û komplo du têgehên bi hev ve girêdayî ne û hev temam dikin. Helbet tecrîd peyameke siyasî ye jî. Bi rastî jî dixwazin dengê neteweya Kurd qut bikin. Helwesta Ocalan a neteweyî û navneteweyî û nirxên ku ew wan temsîl dike, bandor li cîhanê kiriye. Gelek kesayetên girîng ên navneteweyî li ser vê yekê daxuyaniyan didin. Civaknas û fîlozofê navdar ê cîhanê Slavoj Zizek, fîlozof, dîroknas û zimanzanê Amerîkî Noam Chomsky û yên din bi salan e li ser şert û mercên birêz Ocalan daxuyaniyan didin. Di hin kampanyayan de cih digirin. Nûnera berê ya CPT'yê ya ku bûye parçeyek ji pergala Îmraliyê jî, demek berê daxuyaniyên girîng dan."

Imralî bi rêveberiyeke kêfî ye

Demîr dibêje ji destpekê ve Imralî weke ‘’projeyeke taybet’’ hatiye danîn û ji serî de derî hiqûqê ye û bi rêveberiyeke kêfî ye û didomîne,’’Ev jî bi şiklê tecrîdê pêk hatiye. Bi pêvajoya Îmraliyê re di şexsê birêz Ocalan de polîtîkaya tecrîdê hat sazkirin û bûye wekî sazûmanekê. Ev mijar parçeyek hiqûqa înfazê ya Tirk û felsefeya wê bingehîn e. Li Îmraliyê ev polîtîka wekî berdewamiya komploya navneteweyî, hat piralîkirin û naverokeke dijmirovî lê hat barkirin û veguherî tecrîdeke mutleq. Lê belê tecrîd pêkanîneke ku mafên herî bingehîn ên mirovan binpê dike. Îşkenceyeke nemirovane ye. Ji ber vê sedemê ev pêkanîn di hiqûqa gerdûnî de nayê qebûlkirin."

WAN/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.