ÎGK xwe dixe şûna dadgehê
Sêşem 14 Gulan 2024 - 00:56
Parêzer Destûna Yildiz, diyar kir ku Lijneyên Çavdêriyê û Îdarî (ÎGK) xwe dixin şûna dadgehan û li şûna dadgehan derbarê girtiyan ceza dibirin. Yildiz got, ‘’Ev lijne Piştî biryara dadgehê careke din xwe dixin şûna dadgehê û vê carê ew cezayekî din li girtiyan dibirin.’’
Wezareta Dadê ya Tirk di sala çileya 2021'an de "Navendên Çavdêrî û Dabeşkirinê û Rêziknameya Der Barê Nirxandina Hikûmxwaran" sazkar kir. Piştî ev rêzikname hate sazkarkirin, Lijneyên Çavdêrî û Îdarî (ÎGK) ava kirin. Endamên Lijneya Çavdêrî û Îdari ji dozgerên girtîgehê, midûrê girtîgehê, memûrê îdarî, tabîbê girtîgehê, psikiyatrist, psikolog û serwisa alîkariya psiko-sosyal, mamoste û sergardiyan pêk tê. Lijne dema ceza dide der barê girtiyên ku cezayên wan teqez bûne raporên "Halê baş" heye an tune amade dikin.Li gorî raporên amade dikin, biryarê didin bê ka girtî wê were berdan an na.
Piştî ev lîjne hatin avakirin, gelek girtî li gel cezayê wan qediya jî, dîsa cezayên girtiyan 3 meh. 6 meh an jî salek dirêj kirin û gelek caran ev dubare kirin. Heyeta ÎGK bi hincetên "Ceyran û av zêde xerç kiriye", "Derneketina lijneyê", "Poşman nebûye", "ji pirtûkxaneyê pirtûk negirtine", "Li derî daye" her carê 3 meh 3 meh, an jî 6 meh 6 meh cezayên girtiyan zêde kirine û gelek girtî piştî 1-2 sal şûnde hatine berdan.
Cezayê 384 kesî dirêj kirin
Li gorî rapor û daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di navbera salên 2021 û 2023'an de herî kêm 384 girtî bi hinceta "Halê baş tune" cezayên wan ji aliyê ÎGK’ê ve hatine dirêjkirin. Rêxistinên hiqûqê vê rewşê wekî dubare cezakirina girtiyan pênase dikin.
Xwe dixin şûna dadgehan
Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Prz. Destina Yildiz têkilî ÎGK’ê got,’’ Ev lijne bi temamî berdana girtiyan asteng dikin û li pêş berdana girtiyan dibin asteng. Piştî biryara dadgehê careke din xwe dixin şûna dadgehê û vê carê ew cezayekî din li girtiyan dibirin."
Bi kêfî biryaran didin
Prz. Yildiz bi domdarî diyar kir tu aliyê van biryaran ê hiqûqî tune û bi temamî ÎGK bi keyfî van biryaran dide û wiha dirêj kir: "Ev Lijne biryaren polîtîk didin. Tu hincetên hiqûqî yên van biryaran tune ye. Girtî dernakevin pêş lijneyê. Bi piranî girtî derdikevin derûnînas û civaknasekî. Hin pirsan ji girtiyan dikin û li gorî wê biryarê didin. Li vir bi piranî poşmaniyê li girtiyan ferz dikin. Mînak dibêjin 'Roj' ji bo we tê çi wateyê?' 'Hûn Abdullah Ocalan çawa dibînin' û hwd dipirsin. Ji ber vê yekê biryarên lijneyê keyfî ne. Ne hiqûqî ne."
Nikarin biryarên bêalî bidin
Yildiz, bibîr xist ku divê lijne ji kesên serbixwe pêk bê û wiha got,’’ Lê ev kesên ji dozger, gardiyan, derûnînasê girtîgehê û bijîşkên girtîgehê pêk tên nikarin biryarên bêalî bidin. Biryarên keyfî û bi alî didin. Ev lijne dubare girtiyan ceza dikin û gelek mafên girtiyan binpê dikin. Azadiya girtiyan bi sînor dikin. Li şûna rê li pêşiya binpêkirina mafan bigirin, bêtir mafên girtiyan binpê dikin."
MA/STENBOL