Hunermend û aktivîst divê bêdeng neminin!

Nûçeyên Çand/Huner

În 30 Kanûn 2022 - 03:30

Hunermendên kurd bertek nîşanê êrişa li hember Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê pêk hat, dan û diyarkirin ku ji ber rastiyên di komkujiya Parîsê ya 2013’yan derneketin holê qetlîema duyem pêk hat. 

Li paytexta Parîs a Fransayê di 23’yê Kanûnê de li hember Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya suîkast pêk hat û endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) Emîne Kara (Evîn Goyî) Hunermendê Kurd Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin. Piştî vê protestoyên hatin destpêkirin didomin. Hunermendên Kurd jî bertekên xwe yên li dijî êrişê anîn ziman.

Lîstikvana Şanoya Bajar a Amedê Berfîn Emektar da zanîn ku ev komkujiya duyemîn di çarçoveya planekê de hatiye kirin û bi vê Gelê Kurd û hunermendên kurd hedef hatine girtin. Berfînê got: “Parîs wek cihê herî bi ewle ya cîhanê tê venasîn. Bajarê herî romantîk tê venasîn. Lê ji bo me kurdan maneya wê cudaye. Ji bo me êdî paytexta komkujiyane. Êrişa duyem li hember Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya pêk hat. Hedefgirtina navendeke çandê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Hunermend li welatên xwe yanî li Tirkiyeyê xwe ewle hîs nakin û ji ber çand û stranên wan tên qedexekirin, ji ber cezayan neçar dimînin derkevin dervayî welat.”

 

Li pişt bûyerê çi heye gelo?

Berfînê da zanîn ku ev êriş wê pêşî li xebatên çanda kurd negirin û got: “Kurd wê çanda xwe zimanê xwe, hunera xwe didomînin. Mîr Perwer ji Muşê çû Parîsê. Hunera xwe li wir domand. Hişmendiya hunerê hebe wê bidome. Mîr Perwer yek ji van bû. Divê ev êriş wek êrişek ji rêzê neyê dîtin. Li pişt vê çi heye. Li Parîsê qetilkirina mirovan evqas rehete gelo?”

 

Ewrûpa ji bo Kurdan cihekî ne ewle ye!

Derhênera kurd Lîsa Çalan jî helwêst nîşanê komkujiyê da û got: “Li dijî komkujiyê divê bêhtir dengên me bilind bibe. Ez bêdengiyê rexne dikim. Em çapemeniya navneteweyî jî şermezar dikin. Hêrsa me gelek mezin e. Êriş ne munferît e. Ewrûpa ji bo kurdan bûye cihekî ne ewle. Peyamên me yên li ser tora civakî têrê nakin. Em hunermend û aktîvîst divê li dijî vê rabin. Bêdengiya ku niha li holê ye me bêhtir hêrs dike.”

 

‘Dixwazin bûyeran bidin jibîrkirin’

Lîsayê bi vî awayî dawî li axavtina xwe anî: “Di 2013’yan de jî komkujiyek din li Parîsê pêk hat. Li Ewrûpa ne tenê li hember kurdan li hember aliyên din jî êriş hene. Li Parîsê ev ne komkujiya yekem e. Sê hevalên me yên din jî di sala 2013’yan de li Parîsê hatin qetilkirin. Ev ne tesadûf e. Ev êrîş bi awayekî sîstematîk pêk tên û dixwazin ser van bûyeran bigirin.”

JINNEWS/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.