Hunermend Mamlê li Hewlêrê bi bîr anîn

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 25 Çile 2024 - 04:55

Li Salona Çandê ya Hewlêrê merasîma 25 saliya koça dawî ya hunermendê navdar ê Kurd Mihemedê Mamlê hate lidarxistin. Li marasîmê ya bîranînê stranên Mamlê hatin gotin bi daxwaza ku stranên wî her zindî bimînin di nav gel de.

Li ser navê Mamlê ji sala 2009’an heya îsal xelat tên dayîn. Her salê hunermendekî Kurd hêjayî vê xelatê hatiye dîtin. Ji bo sala 2024’an jî hunermend Şivan Perwer hêjayî xelata Mamlê hate dîtin. Şivan Perwer nekarî li merasîma salvegera 25’an a koça dawî ya Mihemedê Mamlê amade be.   Lê hunermend Ezîzî Şukrî xelata salane ya Mihemed Mamle li ser navê Şivan Perwer wergirt.

Li merasîmê Wezareta Rewşenbîrî û Rêveberiya Rewşenbîrî ya Hewlêrê ji bo bîranîna Mihemed Malê gul da malbata wî.

Mihemed Mamlê, sala 1925’a li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.  23’yê Çileya 1999’an li Mehabadê wefat kir û li wir hat veşartin.

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.