Hunerê xapandina çavan!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 13 Nîsan 2022 - 22:06

  • Peykerên Christopher David White ji dûr ve dibe ku weke peykerên darî werin xuyanê. 

Peykerên Christopher David White ji dûr ve dibe ku weke peykerên darî werin xuyanê. Lê esas, ew ne ji darî hatine birrîn. David White ev peyker bi destê xwe û bi kîlê çêkirine. Lê wî karekî wiha derxistiye holê ku kes bawer nake ev peyker ne ji dar û depan hatine çêkirin. Wî heta bi temarê darê jî xweşik û bêqisûr çêkiriye. 

Bi vî awayî formeke baş a mirovan derxistiye holê. Dema mirov li wan dinihêre, mirov dibêje, wî parçeyek dar xeritandiye û di dawiyê de ev form derxistiye holê, lê rastî ne ev e. Wî ji serî ve ev peyker bi destên xwe çêkirine û malzemeya wî jî ne dar û dep e.

Ji vê şêweyê re ku David White bi kar tîne, “Trompe-l’oeil” tê gotin. Maneya vê peyva bi Fransî “xapandina çavî” ye. David White jî çavê me dixapîne û dixwaze bala me bibe ser tiştekî din.

Davide White dibêje, reh û temar ji bo mirovekî çi bin, mirov jî ji bo xwezayê ye û wiha pê de diçe, “Me di nav xwe û xwezayê de sînor ava kirin. Em li hemberî dinyaya ku me li ser piyan dihêle, rabûn û niha em ji gelek tiştan re biyanî ne û em ji wan sil in.”

David White bi van peykerên xwe têkiliya di navbera xweza û mirovan de nîşan dide. Bi gotina wî, ew dixwaze hem ji derve û hem jî ji hundir, hin nihêrînan biguherîne û bike ku mirov bi şêweyên cuda yên dîtinê bifikirin. Wî ev peykerên xwe jî bi vê armancê çêkirine. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.