- Li Şaredariya Parîsê şêwekar û peykersazên sirgûnbûyî yên Kurd pêşangehek vekirin. Li pêşangehê ji bo salvegera mirina her sê jinên Kurd, Sakîne Cansız, Leyla Soylemez û Fîdan Dogan jî pankartek hat daliqandin a ku li serê wêneyên her sê şehîdan hebûn.
Li Şaradariya Parîsê ya Fransayê piştî haziriya salekê, berhemên 19 şêwekar û peykersazên Kurd hatin nîşandan. Kesên ku beşdarî pêşangehê bûne ji çar parçeyên Kurdistanê ne û bi riya vê pêşangehê hunerê xwe nîşan didin.
Li derveyî avahiya Şaradariya Parîsê, wêneyên her sê jinên Kurd Sakîne Cansız, Leyla Soylemez û Fîdan Dogan hatin daleqandin. Ji bo salvgera mirina wan her wiha di hundirê şaredariyê de jî wêneyên wan hatin daleqandin.
Şaredariya bajarê mezin a Parîsê pêşangeh bi hevkariya Înstîtûya Kurdî ya Parîsê organîze kiriye.
Di hepsa Hafiz Esed de 7 sal
Berhemên hunermendên Kurd yên ku ji Kurdistanê sirgûn bûne, bi navê “Hunerê Kurdî li Sirgûniyê” tên nîşandan. Kesên beşdarî pêşangehê bûn bêhtir Kurd û Fransî ne. Yek ji wan şêwekarên ku bi karên xwe yên cuda di pêşangehê de cih girtiye, Xelîl Hemsork ê ji Kobanê ye. Xelîl Hemsork di dema Hafiz Esed de 7 salan di hepsê de maye û di hepsê de fêrî hin teknîkên şêwekariyê bûye. Xelîl Hemsork di hepsê de qederê 1000 tablo çêkirine. Ew dibêje, “Li pişt van karên ku ez niha nîşan didim, serpêhatiyeke min a balkêş heye. Ez 7 salan girtî mam di hepsên Hafiz Esed de. Mixabin di girtîgehê de reng tine bûn, caw jî tine bûn ku li ser wan biresmînim. Tenê paporên gazê û têlên hesin hebûn. Her wiha sindoqên kesk jî hebun. Min 7 salan li ser sindoqên kesk qederê hezar tabloyî çêkirin.”
Di şêwekariyê de berdewamî girîng e
Şêwekar Teha Xelîl ê ji Silêmaniyê, yê ku niha li Elmanya dijî, li ser rêbazên taybet yên çêkirina wêneyan dixebite û dixwaze di vî warî de teknîkên nû peyda bike. Teha Xelîl got; “Di şêwekariyê de tişta herî girîng ew e ku berdewamî hebe. Divê bi awayekî rojane meriv li ser vî karî birame da ku tiştên nû kifş bike.”