Huner weke reçeteya dermanan

Nûçeyên Çand/Huner

În 21 Cotmeh 2022 - 06:07

  • Çalakiyên hunerî tenê ne ji bo psîkolojiyê her wiha ji bo xem, xemgînî, deprasyon û fikarên merivan jî dibin derman û dikin ku meriv bêhtir afirîner bibe û karibe bi çavekî rexneyî li dinyayê û hin serpêhatiyan binihêre. Ji ber van sedeman bijîşkên Brûkselê ji wan kesan re yên ku pirsgirêkên wan ên zihnî û psikolojîk hene, reçeteya muzeyan dinivisînin.

XASÊ CÛNÊ

 

Jiyana îroyîn ango ya modern merivan pirr tengav dike û meriv bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Hin caran meriv nizane, pirsgirêkên xwe çawa çareser bike. Ev yek dike ku ruh û mêjiyê meriv derbê bixwe û qels bibe. Yanî meriv di jiyana modern de dixitimin pirrî caran û nizanin çi bikin. Helbet çareseriya pirsgirêkan heye, lê divê ji bo pirsgirêkan reçeteyek hebe û ev reçete karibe bibe derman. Lê tenê hebê serêşê têra vê yeke nakin! Li gorî lêkolînên herî dawî, derketiye holê ku çalakiyên çand û hunerî ji ruhê merivan re dibin derman û ev çalakî dikin ku meriv xwe baştir hîs bikin. Nexasim jî di warê zihnî de tesîreke wan a bi feyde heye, her wiha ji psîkolojiya insanan re jî weke derman in ev çalakiyên çandî û hunerî. Ji lewma huner weke reçeteya dermanan tê nivîsandin.

Bijîşkên li Brûkselê serê xwe bi vê meselê re diêşînin û gotarên akedemîk jî dinivisînin. Yanî ew pirr ciddî nêzî vê meseleyê dibin û dinirxînin. Ev çalakiyên hunerî tenê ne ji bo psîkolojiyê her wiha ji bo xem, xemgînî, depresyon û fikarên merivan jî dibin derman û dikin ku meriv bêhtir afirîner bibe û karibe bi çavekî rexneyî li dinyayê û hin serpêhatiyan binihêre. Ji ber van sedeman bijîşkên Brûkselê ji wan kesan re yên ku pirsgirêkên wan ên zihnî û psikolojîk hene, reçeteya muzeyan dinivisînin. Ev kes bê pere dikarin herin li muzeyan bigerin û bi vî awayî aramtir bibin ango xwe ji berê baştir hîs bikin. Wan bi vê rebazê gelek encamên baş jî girtine û niha jî vê rêbazê didomînin.

 

Di pêvajoya dermankirinê de giring e

Ev rêbaz, esas weke rêbazeke pîlot dixebite niha. Yanî di pêvajoya başkirina nexweşî de tê bikaranîn. Ev bername halê hazir, niha li çar muzeyên Brûkselê û her wiha navendeke çandê lê ye û çalak e. Johan Newell ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Brugmann weke psîkyatrîst dixebite, dibêje, serdana van muzeyan ne çareserî ye lê di pêvajoya dermankirinê de beşeke giring e û wiha didomîne: “Tevî dermanên ku em dinivisînin, tenê parçeyekî pêvajoya vî karî ye, li serdana muzeyan weke rêbazeke cuda bifikirin. Ew tenê ji bo vê pêvajoyê weke amûrekê ne û em ji cihên wiha sûd werdigirin. Bi ya min gelek kes dikarin ji muzeyan sûdê bigirin û feydeya vê yekê bi xwe re hîs bikin.” Beriya ku nexweş biçin serdana muzeyan, ew bi bijîşkan re hevdîtinekê dikin û piştî ku li muzeyan geriyan jî dîsa serpêhatiyên xwe parve dikin. Bi vî awayî ew encama reçeteya xwe dibînin û li ser meseleyê careke din difikirin.

 

Delîl û encam hene

Dibe ku hin kes bifikirin û bibêjin, gelo ev yek rast e, rast be, çiqasî rast e? Gelo jidil jî delîlên vê yekê hene. Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) di vî warî de ev qederê 20 salan e, dixebite û bi qasî 3 hezar xebatên xwe bi encam kirine. Li gorî encamên derketine holê, jidil jî ev yek derketiye holê; huner di jiyana merivan de xwedî cihekî giring e. Ji bo tenduristiya merivan û di dermankirina nexweşan de roleke hunerê ya berbiçav heye ku nabe were înkarkirin. Piştî ku ev encam derketine holê, nexasim bijîşkên Brûkselê li ser vê meseleyê bêhtir sekinîne û pê bawer in ku ew dê vê rewşê bi pêştir bixin. Ji lewma ew nexweşan teşwîqî çalakiyên hunerî dikin û di vî warî de bi gelek şirketan re hevdîtinan dikin. Ew ji wan dixwazin ku piştevaniya wan bikin û bibin parçeyekî vê pêvajoyê û nexweşan bi riya huner baştir bikin.

 

Kanada pêşengiya vî karî dike

Ev rêbaz ne ku cara ewilî ye tê bikaranîn. Beriya niha, bajarê Montreal ê Kanadayê pêşengiya vî karî kir û ji nexweşên xwe re reçeteya muzeyê nivîsandibû. Di encamê de dîtibûn ku ev reçete bi bandor in û ji bo nexweşan jî gelekî bi feyde ne. Dîsa li hin bajarên Kanadayê reçeteya parkan tê nivîsandin û ji nexweşan tê xwestin ku ew li parkan ango li nav xwezayê bigerin da ku xwe aramtir hîs bikin. Her wiha Zanîngeha Londonê jî di vî warî de gelek lêkolîn kirine û ew jî gihîştine gelek encaman. Ev encamên wan jî nîşan didin ku meriv bi ramîna li ser huner, diguhere û ruhê meriv ji tengasiyê rizgar dibe. 

Kesên weke Hegel û Platon jî di vî warî de nihêrînên xwe yên derbarê huner de nivîsîne û gotine, bi saya huner meriv dinyayê û tiştê ku dibîne bi awayekî din dikare binirxîne. Her wiha huner li ser nihêrîn, hîs û hestên me jî tesîra xwe heye û dikare awirên merivan ber bi hêlên cihê ve bikşîne û riyên nû nîşanî merivî bide.

Dibe ku ji meriv re xerîb were û meriv ji van reçetayan bawer nekin, lê wisa xuya dike ku ev rêbaz dê di siberojê de li gelek cihan were bikaranîn û meriv bi van reçeteyan herin serdana muzeyan, parkan û xwe li xwezayê bibînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.