Huner rê li ber dagirkeran digire

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 14 Cotmeh 2024 - 00:22

Ji dîrokê heta roja me ya îro huner ji bo hebûn û heyîna gelê Kurd bûye lingek esas. Ji bo wê jî niha li gel êrişên fîzîkî, di çarçoveya qirkirina siyasî de herî zêde êriş di warê çandî de li ser gelê Kurd û çanda Kurdewarî tê kirin. Hunermendên bajarokê Çemçemal a ser bi sînorê parêzgeha Silêmaniyê têkildarî bandorên hunerî yên dewletên dagirker taybet dewleta Tirk li ser hunera Kurdî, axivîn.

Hunermendên Çemçemalê ragihandin ku pêwîste Kurd bi rêya karên hunerî rê nedin ku film û rêzefilmên Tirkî hunera Kurdî lewaz bike û gotin: “Li ser me hunermendan ferze ku em hunera rast pêşkêşî civaka xwe bikin.”

Hunermend û şanoger Faxir Ezedîn wiha dest bi axaftina xwe kir: “Hunera Tirkî bi taybetî bi filmên Tirkî şanoya Kurdî lewaz kiriye. Em dikarin ji hunera Tirkî û Îranî ji bo hunera xwe sûd bigirin, lê ne wek ku hunera Tirkî pêşbixin. Pêwîste sînorek ji bo huner û kanalên wan were danîn. Da ku hunera me bi xwe berbi tunebûnê ve neçe.”

Hunera Kurdî lewaz dikin

Ji Çemçemalê Hunermend û Şanoger Karzan Qadir jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman û got: “Em dibînin ku dagirkerên Kurdistanê bi taybetî jî dewleta Tirk bi hevkariya aliyekê hewl dide Kurdistanê ji aliyê leşkerî ve dagir bike. Tirkiye dixwaze ji bo tunekirina çand û hunera Kurdî, bi rêya rêzefilm û berhemên xwe hunera Kurdî lewaz dike. Dixwaze çand û hunera resen ya Kurdî tune bike û bi vê yekê dagirkeriya hunerî jî pêkbîne. Ya ku dikeve li ser me wek hunermend û hunermendên şanoyê ewe ku divê em hunera rast û resen pêşkêşî civaka xwe bikin. Hunera ku em pêşkêş dikin divê ji êş û refleksa civakê bin.”

Rê li ber formên dagirkeran bigirin

Karzan Qadir di dewamê de bang li hunermend û rewşenbîrên civakê kir û got: “Hunermend, nivîskar û pêkhateyên civakê divê li ser hinek mijarên bingehîn ên civakê xwedî helwest bin û bixebitin. Ji ber ku ev dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û rejîma Îranê bi armanca çanda civaka Kurd careke din ji holê rake ye. Divê em wek hunermend û çîna pêşkeftî ya civakê li ser hunera resen kar bikin da ku rê li ber forma dagirkeriya ku dewletên dagirker li Herêma Kurdistanê dimeşînin û çanda Kurdî ji holê rakin, bigrin.”

ROJNEWS/ÇEMÇEMAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.