Huner ji bo destên protez

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 1 Hezîran 2021 - 06:24

  • Omer li ser çiya, di bin asîmanên şîn de bi milên xwe gurzên giya girê dide. Ev wêne tesîrê li  Yacoe û hevalên wî dike: “Gava em çav bi vî wêneyê wî ketin, em tev matmayî man. Bi rastî jî di vî wêneyî de berxwedêrî heye û ev wêne baş nîşan dide ku pêdiviya Omer bi destên protez heye.”

Wênegirê Îranî Foad Seyed Mohammadi bi albûmeke şexsî ya wêneyan ku navê wê kiriye “Nonsense (Kelevajî)” li 4Most Gallery pêşangehek vekir. Mohammadi bi wêneyên xwe çîroka cotkar û şivanekî Kurd yê bi navê Omar vedibêje, Omar gava zarok bûye di bûyerekê de herdû destên xwe ji dest dane. Û heya roja îro jî Omar bêyî destên xwe maye û bi vî awayî jiyana xwe dewam kiriye. 
Mohammadi hunerê wiha bi mane dike, “Huner zimanekî navneteweyî ye û bêyî ku ew sînoran ava bike, di navbera çandên dinyayê de têkiliyekê çêdike.”

Di destan de bombe diteqe

Ber bi salên 1990’î ve li Îranê şerê navxweyî destpê dike û di navbera hin komên alîgirên Îranê û Kurdan de şerekî navxweyî dest pê dike. Omer gava 10 salî bûye bi bombeyekê dilîze û bombe di nav destên wî de diteqe û dûre jî herdû destên wî jêdibin. Omer gava ku li nexweşxaneyê bi qêrîna dayika xwe şiyar dibe, ti tişt nayê bîra wî û nizane bê ka ev tişt çawa hatiye serê wî. Gava malbata wî, wî di nav xwînê de dibîne, dibêje ji xwe ew miriye lê Omer namire û bêyî destên xwe hînî jiyanê dibe û li ser piyan dimîne. 

Li nav sûkê rastî Omer tê

Mohammadi di dema gera xwe ya li Îranê de li gundekî nêzî Serdeştê li Rojhilatê Kurdistanê li nav sûkê rastî Omer tê. Omar bala wî dikişîne û berê vîzora xwe dide Omer û wêneyê wî digire. Ew bi vî awayî hev du nas dikin. Wêneyên Mohammadi çîroka Omar ya dijwar dibêjin. Bi van wêneyan em diçin gundê Omer û bêhtir nêzî çîroka Omer dibin a ku tê de hêvî û bawerî heye.. 

Ji bo Omer albûmekê amade dike

Mohammadi jiyana Omer ya li gund bi dîmenan nîşanan dide û dike belge. Di wêneyên Mohammedi de em dibînin ku Omer bi malbata xwe re di nav kar û xebatê de ye. Carinan li nav zeviyekî û carinan jî ew di gola avê de avjeniyê dike. Mohammadi van kêliyên Omer bi wênegira xwe digire û ji bo Omer albûmekê amade dike.

Ji bo destên protez pêşangehê vedike

Ew dixwaze bi vê albûma wênayan ji bo Omer du destên protez bide çêkirin. Û ji ber vê, miracaetî hin galeriyan dike. Herî dawî “4Most Gallery” ya li Dewletên yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li bajarê Gainesville, bersivê dide Mohammadî û dixwaze van wêneyên wî di pêşangehekê de nîşan bide û bala mirovan bikişîne ser çîroka Omer. Kuratorê 4Most Gallery, Morgan Yacoe, wêneyên Mohammadi, wiha dinirxîne, “Mohammadi ji bo alîkariyê bide yekî, vê xebatê bi rêve dibe, vê yekê pirr bala min kişand û ez di bin bandora wêneyên xwe de hiştim. Wêneyên Mohammadi parçeyekî jiyana rasteqîn in. Pirr bi hêz in û hêlên wan yên helbestî jî hene. Her wiha bi van wêneyên xwe wî armancek jî daye pêşiya xwe.”

Di wêneyan de berxwedêrî heye

Wêneyê Omer yê ku ew tê de giya girê dide pirr bala Yacoe dikişîne. Omer li ser çiya, di bin asîmanên şîn de bi milên xwe gurzên giya girê dide. Xasma jî ev wêneyê wî tesîrekê li ser Yacoe û hevalên wî dihêle. Yacoe dibêje, “Gava em çav bi vî wêneyê wî ketin, em tev matmayî man. Bi rastî jî di vî wêneyî de berxwedêrî heye û ev wêne baş nîşan dide ku pêdiviya Omer bi destên protez heye.”
 
Omer dê bibe xwedî destên protez

Yacoe ji bo destên protez miracaetî li “GRİP Lab” dide, GRİP Lab rêxistineke xwendekaran e û ji bo mirovên bê dest û ling protezan çêdike û radigihîne wan. Ew bêhtir xebatên xwe bi rêya kampnaya û sponsoran bi rê ve dibin û bi bexşan van protezan çêdikin. Gava ku Yacoe, rewşa Omer nîşanî wan dide, ew qebûl dikin ku ji bo Omer jî kampanyayê bidin destpêkirin û destên protez çêkin. Herî dawî jî di kampanyayê de bi ser dikevin û ew ê destên protez ji bo Omer çêkin û jê re bişînin.


Ew ê karibe rahêje qedeheke çayê

Foad Seyed Mohammadi ji bo pêşangeha xwe ya bi navê “Nonsense” dibêje, “Heger destên protez ên Omer çêbin jî dê ew nikaribe tiştekî hîs bike. Ew ê nikaribe bi destên protez ên bê damar porê keçika xwe hîs bike yan jî di goleke avê de avê bireşîne bi destên xwe. Lê ew ê karibe qedeheke çayê bigire bi wan destên protez yan jî benên pêlavên keçikên xwe girê bide.”

 

Foad Seyed Mohammad kî ye?

Foad Seyed Mohammad li Tehranê mezin bûye, piştî lîseyê ji bo beşa sêwirandina tekstîl û modayê bixwîne ew çûye Zanîngeha Hunerê ya Tehranê. Ji bo karê wênegeriyê di sala 2018’an de li Gainesville bi cî bûye. Ji kamera û wênegiriyê hez dike û dixwaze bi xebatên xwe alîkariyê bide mirovan. Mohammadi bêhtir portreyan digire û ji portreyan hez dike. Gava li Îranê dimîne di nexweşxaneya “Sareye Ehsan” bi dildarî dixebite û karê wênegirtinê hînî nexweşan dike û li gel vî karî wêneyê nexweşan jî digire. Mohammadi dibêje, "Van ezmûnên min yên li vir jiyana min guherandin." 

Wêneyên Mohammadi di navbera 18 û 24´ê Gulanê de li “4Most Gallery” bi navê “Nonsense” di pêşangehekê de hatin nîşandan. 
Mohammed huner wek çavkaniya azadiyê dibîne û dibêje, “Huner çavkaniya azadiyê ye ez vê yekê nikarim bi zimanê xwe yê dayikê jî rave bikim.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.