Huner berxwedanê xurt dike

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 27 Mijdar 2024 - 00:34

  • Hozan Diyar: Em di pêvajoyeke girîng re derbas dibin. Ev pêvajoyeke hebûn û tunebûnê ye. Erka her hunermendekî kurd heye ku gotin û hunera xwe ji bo mezinkirina îhtîmala aştiyê û mayindekirina destkeftiyên şoreşê bi kar bîne.

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî têkildarî pirsgirêka kurd çendek daxuyanî da û rê li ber nîqaşên nû vekir. Lê heta niha jî tu gavên şênber nehatine avêtin. Li hêla din tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê didome. Gelek derdorên cuda ji bo pêvajoyeke nû were destpêkirin di nava hewldanan de ne. Yek ji van avadaniyan jî Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) ye. EFFP’ê têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bi sernavê “Em dixwazin hêvî bikin û îxtîmala aştiyê mezin bikin” metnek parve kir. Siyasetmedar, hunermend, akademîsyen, sendîkavan, hiqûqnas û parastvanên mafên mirovan jî di nav de nêzî 300 kesan metn îmze kirin. Ji îmzekarên metnê hunermend Hozan Diyar anî ziman ku huner û hunermend di têkoşînê de cihekî girîng digirin û ew dixwazin îxtîmala aştiyê mezintir bikin. Hozan Diyar destnîşan kir kul polîtîkaya “ewlehîparêz” di pirsgirêka kurd de çareseriyê bi xwe re nayîne û got:“Di demeke ku ev nîqaş tên kirin û bendewariyên wiha didomin de ji derveyî berjewendiyên şexsî, hesabên îktîdarê yan jî konjonktura li Rojhilata Navîn, em dixwazin îhtîmala aştiya di navbera gelên kurd û tirk de mezin bikin. Her tim hêviya me ew bû ku ev îhtîmal her hebe. Ji bo mezinkirina aştiya civakî û şênbertirkirina vê îhtîmalê me ev danezan îmze kir.” 

Nêzîkatiya li Rêber APO hertiştî diyar dike

Hozan Diyar, nerazîbûn nîşanî gotina Bahçelî ya “pirsgirêka kurd nîne” da û got:“Ev sed sal in zilmeke sîstematîk heye, bi sedhezaran kes bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin kirin. Bi eşkereyî qirkirin e. Ji hunermend heta siyasetmedar gelê kurd li dijî vê qirkirinê bi temamî çareseriyê ferz dike. Ev pirsgirêk an wê çareser bibe yan jî wê ev pergal xwe bi xwe tune bike. Ev, diyalektîkeke dîrokî ye. Dema mirov li vir lê dinêre, gotina wan a ‘werin teslîm bibin’, bêrêziyeke li dijî têkoşîna 45 salan e. Lê li gel van bêcidiyeta wan, li rexekî ço nîşan didin li rexê din jî qala demokrasiyê dikin û em jî van wisa nadaqurtînin. Ji bo aştiyê divê tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe. Gelê kurd ji bo têkoşînê derbasî zemîna aştiyê bike, zarokên xwe yên herî hêja feda kir. Êdî vegera demên berê nabe. Aştî jî bi rêzgirtina her du aliyan dibe. Heta ku polîtîkayên tecrîdê yên li dijî Rêber Apo bi dawî nebin û rêzê ji bo îradeya gelê kurd negirin wê di mijara aştiyê de pêşketinên mayinde çênebin. Rêber Apo, têkildarî vê mijarê gelek caran daxuyanî da. Derdê me ew e ku rêzê ji bo dîrok û hebûna me bigirin. Lê heke bixwazin bi kurdan re bimeşin, nêzikatiya li hemberî Rêberê wan wê her tiştekî diyar bike.” Di berdewamê de Hozan Diyar anî ziman ku huner û hunermend parçeyeke têkoşînê ne û got:“Hunermendên kurd nikarin têkoşîna azadiyê ya gelê xwe jinedîtî ve bên û hebûna xwe bidomînin. Erka hunerê ye ku destkeftiyên şoreşê mayinde bike û îhtîmala aştiyê mezin bike. Heke nezane sehne bi çi ked û xwînê hatine avakirin, hunermendekî/a qedr û qîmeta kesên em navên wan nizanin ên ketin bin axêî tu caran nikarin bibin hunermend. Em di pêvajoyeke wiha girîng re derbas dibin. Ev pêvajoyeke hebûn û tunebûnê ye. Erka her hunermendekî kurd heye ku gotin û hunera xwe ji bo mezinkirina îhtîmala aştiyê û mayindekirina destkeftiyên şoreşê bi kar bîne. Heke têkoşîna azadiyê ya gelê kurd nebûya wê ne kurd hebûna ne jî kurdî. Her hunermend mecbûre vê bibîne. Heke nebîne wê demê kor e, mezeya sektora şahiya ye. Divê em jî li eniyên herî pêş ê gelê xwe bimeşin. Divê em vê ji her demê bêhtir bikin.’’

MA/DELAL AKYUZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.